Nikarin hêviya me tine bikin

Çarşem 13 Adar 2024 - 01:45

  • Şehîd Bîşeng Brûsk: Tevî zilmê, zextan û tevahî êrişan jî, roj bi roj em ber bi rojên xweş ve dimeşin. Çiqasî êriş dikin bila bikin, nikarin hêvî û hezkirina me ya ji bo welatê me tine bikin.

Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê, merasima bibîranîna şehîdan pêk hat. Di vê merasîmê Şehîd Bîşeng Brûsk(Rojda Bîlen) beriya şehîd bibe bi 4 rojan, ji birayê xwe re nameyek nivîsandibû. Nameya şehîd Bîşeng wiha ye:

Di serî de silav û hezkirinên xwe û yê welatê rojê ji te re rê dikim. Germahiya welatê me yê bihuşt, bi rêya nameyekê be jî, min xwest ji te re ragihînim. Ez dizanim tu çiqasî bi hesreta dîtin û bêhneke azad a vî welatî yî. Belê hevalê hêja û birayê delal! Çend sal çêbûn ku me hevudu nedîtî û me dengê hev nebîhîstî. Lê dûrbûn û nedîtin, li pêş hîskirin û li ser heman rastiyê jiyankirinê, ne asteng e. Lê dîsa jî bêrîkirin hestekî herî sade û masum ê mirovbûnê ye. Herçiqasî mesafe û mekan ne girîng bin jî, bêguman dil dixwaze hertim li gel hev be. Ji ber wê min pir bêriya te kiriye û rewşa te pirr mereq dikim. Dema min bîhîst tu dîl hatî girtin, ez pir xemgîn bûm. Bi rastî jî bêşansiyeke pir mezin bû. Min got li bakur nehat girtin çû li welatê xerîbiyê hate girtin. Ya rastî hevalê hêja tercîha te nebaş bûye. Ma mirov diçe li cihekî wisa tê girtin? Bêguman dizanim tiştekî wisa ne bi destê te ye. Kurdbûn ji tevahî cîhana serdest re weke metirsî û xeteriyê tê dîtin. Ji ber wê jî li welatekî wisa ku xwe herî pêşketî dibîne de, tu bê sedem dîl tê girtin. Ev rastî dema mirov difikire bi rastî mirov diqehire. Çawa dibe ji ber ku em neteweyekî weke wan serdestan nînin, em têne qetil kirin, êşkencekirin, surgunkirin û tên girtin. Tenê ji ber ku em KURD IN! Ev dinya edaleta xwe bi hezaran salan e wenda kiriye. Ger ne wisa bûye, wicdan, dil, çav ewqasî kor û bê xem nedibû. Kurdbûn ewqasî xetere tê dîtin ku bi tenê cihê wê di bin erdê û di nava çar dîwaran de tê dîtin. Di nava rastiyeke wiha ku ji me re rewa tê dîtin de, bêguman para me jî berxwedan dimîne. Li beramberî vê zordestî û bêedaletiyê, têkoşîn dimîne. Nizanim çiqasî agahiya te ji tiştên rû didin û ji pêvajoyê heye. Lê ez dikarim bibêjim, li welat jî, zilma li ser gelê me ji ber qat bi qat zêde bûye. Heroj zehmetî zêdetir dibin. Lê ti tişt li pêş hêviya jiyana azad nikare bibe asteng. Yên ku dixwazin vê yekê bikin, heroj bêhtir poşman dibin. Çiqasî hewil bidin ku rojê tarî bikin, nikarin bikin û heroj herku diçe roj zêdetir dibiriqe. BÎLGE dibêje, yên ku di armanca xwe de weke rojê zelal bin, ew ê misoger biserkevin. Ji bo armanca me serbikeve, Roja me hertiştî ji me re dike. Ya ji me re dimîne, fêmkirin û pêkanîna vê yekê ye. Ez bawerim di wan şer û mercên zehmet de tu jî li ser vê yekê lêhûrbûn dike. Ji me hemûyan re ya hêz, moral û îlhama berxwedanê dide, Roja me ye. Şev û roj li ser rastiya wî fikirandin û xwe di vê rastiyê de û di pêkanîna wê de kûr kirin, encex van rojên reş û tarî bi giştî tine dike. Çiqasî derfetê te yê xwendinê heye nizanim, lê encex ew çavkaniyên heqîqetê mirov bi awayekî xurt li ser lingan digre.

Em ê layiqê stêrkên welat bin

Belê hevalê hêja û birayê delal! Ez rewşa te mereq dikim. Dem bi dem ji xwişk û birayên me yên li wan deran, min agahiyê te digirtin. Ya rastî gelek caran min xwest binivîsim, lê yan derfet çenedibû, yan jî min nedizanî çi, çawa binivîsim. Ji rewşa te û doza te min agahiyeke xurt û rasterast negirt. Ji ber wê ew ê çawa bibe, çima hatî girtin, çi îdîa hene û kengî doz dewam dike, me ti agahiyeke zelal negirt. Herî dawî min bîhîst ku îhtîmal heye di nava çend mehan de tu werî berdan. Hêvî dikim ev agahî rast be. Ji xwe ti sedemekî tu were girtin jî di rastiyê de nebû. Lê me got ya, ev dinyayeke bi edalet nîne, bindestî û zordestî heta ku em negîhîjin armanca xwe, ew ê ji hêla zordaran hertim li ser me bê ferz kirin. Tevî zext, zordarî û hemû êrişên zordaran, em ber bi rojên geş û xweştir diçin. Ji ber ku çiqasî êrişan bikin, nikarin hêvî û hezkirina welatê me tine bikin. Çi dibe bila bibe, ew ê nikaribin hêza li beramberî neheqî û zordariyê têk bibin. Ez bawerim tu jî bi van hest û baweriya ku te ji ROJÊ girtî, tevî hemû zext û dûrketina ji welat, li wê derê li berxwe bide. Ez hêvîdar im, di demeke herî nêz de, tu derkevî û li welat em dîsa werin gel hev. Dem dem hevalên me yên hevbeş jî pirsa te dikin û rewşa te pirr mereq dikin. Ew jî pirr pirr silav ji te re digotin û rewşa te pirr mereq dikin. Em hîna jî carna behsa bibîranînên xwe dikin û dema behsa silavdayîna te ya keviran dikin, em hemû jî dikenin. Em hêvîdar in wan rojên xwe careke din bi hev re jiyan bikin. Min dem bi dem jî şagirtên te yên wan milan didît, hinek ji wan bûn stêrkên welatê me. Hinek ji wan jî, li cihên cuda cîh digrin. Şopdarê rêya van stêrkan hemûyan bûyîn û layiqê wan bûyîn, armanca jiyana me hemûyan e. 

Ji hertiştê li dinyayê binirxtir e

Me zarokatiyek bi hev re jiyan nekir, lê hevaltiyeke li welatê Rojê em dikarin jiyan bikin. Ji bo wê jî, hêviyên te bila herdem xurt be û baweriya te geş be. Rojên azad û xweş nêzî me ne.Zehmetî demeke dirêj dewam bikin jî, di vê rêyê de bûyîn û xwedî jiyaneke birûmet bûyîn, ji hertiştê vê dinyayê, xweştir e. 

Bi nameyeke kurt be jî, min xwest silav û bêrîkirinên xwe ji te re bişînim. Ger derfetê te yê şandinê hebe û tu bikaribe xwe bigîhîne yên me, tu dikarî di ser wan re bişîne. Lê hêvî dikim ku pêwîstiya vê yekê nemîne û di demeke kurt de tu derkeve. Ger derkevî ez bawerim ew ê zêde nekişîne ku em bikaribin hev bibînin. Ji ber wê hevalê hêja, kêmekî din sebir bike ku bi awayekî herî xurt tu bikaribî were vir. Bi hêviya ku em di roj û welatê azad de hevudu bibînin. Li xwe miqate be. Ger li gel te kes hebe jî silav bike. Bi bêrîkirineke mezin û bi hestên hevaltiya kûr te hembêz dikim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.