Dolar li hemberî TL rekoreke din şikand. Dolar bû 21.12 TL, Euro jî gihîşt 22.70 TL'yî.
Piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê û diyarbûna hikûmeta nû ya rejîma AKP-MHP'ê qîmetê lîreyê Tirk her kêm dibe.
Di roja destpêkê ya hefteyê de buhayê dolarekê bû 21 lîre û rekoreke din şikand.
Dolar, li gorî roja dawî ya hefteya din 0,94 lîreyan buha bû û doh bi 21,12 lîreyan dest bi rojê kir.
Dolar, beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê di bin 20 lîreyan de bû.
Li Kapaliçarşiyê dolar bi 21,38 lîreyan û li bankeyan jî di ser 22 lîreyan re ye. Euro jî 0,78 lîreyî zêde bû û bûhayê euroyekê bû 22,70 lîre.
NAVENDA NÛÇEYAN