Nikarin Çira’ya me vemirînin

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:59

Pêr di saet 11.00’ê nîvro de balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk tîmeke rojnamevaniyê ya Çira TV û Çira FM’ê ku ji bo kişandina serpêhatiyên fermana 2014’an serdana Tilqesebê kiribû, hedef girt. Di encamê de du jê rojnamevan bi giştî 6 kes birîndar bûn. Nûçegihana Çira FM’ê ku giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneya Mûsilê û hîn jî rewşa xeter derbas nekiriye.

Piştî êrişê Rêveberiya Xweser a Şengalê, tevî kedkarên çapemaniya azad li cihê bûyerê kombûn û daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi amadebûna dayikên Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê li Digurê da û êrişa dijî çapemeniya azad şermezar kir. Bi navê TAJÊ Endama TAJÊ ya Meclisa Serdeştê Dayê Kinê Xidir axivî û got:“Îro kedkarên televizyona Çira TV’yê hatin hedef girtin. Eger dijmin hemû bibin yek jî, wê nekarin Çira’ya me vemirînin, wê ev Çira her geş be.”

Dayê Kinê da xuyakirin armanca van êrişan pêşî girtina vegera Êzidiyan li ser cih û warê xwe ye û got:“Eger top jî deynin pêşiya malbatan ew ê vegerin Şengalê. Eger yek tenê jî ji me bimîne, wê li berxwe bide. Îradeyeke me heye û wê nekarin bi me. Ji ber îradeya me YBŞ-YJŞ û Asayîşa me ye û berxwedana jinên Êzidiye. Em nêzî roja reş a fermanê dibin, lê dijmin nahêle birînên me bikewin. Her kî destê xwe di vê xiyanetê de hebe, wê werin dadgeh kirin. Emê hesabê ji wan bixwazin, bila ji me bitirsin.” Daxuyanî bi dirûşmeya, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bidawîbû.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.