• Serokê rêxistina partiya nijadperest a Tirk a li Basa ya ser bi Şirnexê Nîmet Nas, kurê xwe kuşt.

Li gundê Cêleka yê navçeya Basa ya ser bi Şirnexê, kesê bi navê Nîmet Nas, ji ber nîqaşekê kurê xwe kuşt. Kesekî kurê xwe hema wisa bi xwînsarî bikuje, gelo kî ye? Nîmet Nas serokê rêxistina partiya nijadperest a Tirk MHP'ê yê navçeyê ye. Wî kurê xwe yê 25 salî Mazlûm Nas bi tivinga nêçîrê kuşt.
Nîmet Nas welê ji ber aciziya kêliyekê yan jî ji ber ku hişê wî li serê wî nînin kurê xwe nekuştiye. Lewma ew piştî kuştina kurê xwe reviya. Gava ku nûçeya me dihat amadekirin jî nehatibû girtin.

ŞIRNEX