Nijadperestê Tirk Aşir Atalay 16´ê Gulana îsal Îbrahîm Demir ê Kurdistanî yê bejnkurt ê lawaz, bi derbehişkan qetil kiribû. Nijadperestê Tirk Aşir Atalay weke qatilê tohmetbar ji hingê ve girtî ye. Rûniştina vê dozê 5´ê Mijdarê li Dadgeha Eyaletê ya Dortmundê dest pê kir.
Ji parêzerên aliyê mudaxil, yanî malbata Demir, Bariş Yeşîl li ser dozê got, “Di îdîanameya dozger de weke ku Aşir Atalay bi birîndarkirin bi tehlûke bûbe sedema kuştina mirovekî, tê dadgehkirin. Di dozê de em sê parêzer aliyê malbata Demir diparêzin. Bi ya me ev îdîaname kêm e. Divê Aşir Atalay ji ber kuştina bi qest a mirovekî û heta ji ber qetlê [cinayetê] bê dadgehkirin.’’
Bariş Yeşîl li ser rûniştinên dozê got, "Aşir Atalay li dadgehê îfade neda. Her du rûniştinên pêşî li polîsan û şahidan hat guhdarîkirin."
Di dozê de ji malbata Demir, bavê Îbrahîm Demir û du birayên wî mudaxil in. Di rûniştina pêncşemê de ji birayên wî, Serhat Demir weke şahid îfade da. Duşema bê jî dayika wî wê îfadê bide. Endamên din ên malbata Demir jî wê di rûniştinên din de îfadê bidin. Malbat jî dixwaze Aşir Atalay bibêje, ka wî kurê wan çima qetil kiriye.
Serhat Demir qatil nas kir
Jixwe, Serhat Demir bi lêkolînên xwe hema piştî qetilkirina birayê xwe derxistibû holê ku 3 kesan henekên xwe pê kiriye û pere jê xwestine. Di encama lêkolînan de ew bi ser ve bû ku Aşir Talay birayê wî qetil kiriye.
Barış Yeşîl dibêje, "Malbat tenê dixwaze ku cezayê heq dadgeh bide Aşir Atalay. Dixwazin zanibin, ka wê şevê çima şideteke wiha kiriye li dijî mirovekî nikare xwe biparêze." Parêzer dibêje, rapora tiba edlî jî piştrast dike ku 6 caran bi pehînan li serê Îbrahîm hatiye xistin û kesekî weke wî bi van derban dimire.
NAVENDA NÛÇEYAN