Nijadperestiya Tirkan li dijî Kurdan li Elmanyayê jî bûye bela serê Kurdan. Li bajarê Elmanyayê Munchenê, di otobuseke veguhezandina giştî de, komek nijadperestên Tirk êriş bire ser kurdê bi navê Azad Yusuf Bingol û Hunermend Înan. Sedema vê jî tenê hemawiyeke bi rengên kesk sor û zer bûye. Azad Yusuf Bingol di nav civaka Kurd de çalak e û di meclîsa gel a civaka Kurd a Munchenê de cihê xwe digire. Ew di heman demê de li radyoyeke herêmî de bernameya Kurdî çêdike.
Nijadperestan di dema êrişa xwe de bi qarewer gotiye, "Alaya Tirk nakeve, welat parçe nabe". Di êrişê de Hunermend Înan birîndar bû û li nexweşxaneyê hat dermankirin. Li ser êrişê Azad Yusuf Bingol di ser hesabên xwe yên medya civakî de got, nijadperestiya Tirkan li dijî Kurdan nabînin. Ew îro di bernameya xwe ya radyoyê de saet 9ʼê êvarê behsa nijadperestiya li dijî Kurdan dike.
MUNCHEN