• Li dijî serokçeteyê nijadperest ê Tirk doza ceza bi tohmetên hewldana kuştinê û fermana kuştinê dest pê kir.

Li dijî serokê herêma Saarbruckenê koma çete ya ji nijadperestên Tirk a bi navê BC Osmanen Germania duşema bihurî doza ceza dest pê kir. Dozgeriyê sûcê hewldana kuştinê û fermana kuştinê xist stûyê vî serekçeteyê Tirk.
Dozgerî dibêje, wî Tebaxa 2016´an ferman daye ku bombeyekê biavêje mekanekî endamên Koma Bahozê lê. Ji ber teqînê zirareke mezin li qehweyeke nargîleyan bûbû ku endamên Bahozê diçûnê. Li dijî serekçeteyê Tirk wekî din ji ber binpêkirina qanûna sîlehan û ji ber firotina narkotîkê jî doz hatiye vekirin.
Lê tevî ku di lêpirsîna polîs de li gorî agahiyên me yên beriya dozê me bidestxistî, agahiyên li ser têkiliya Osmanen Germania û heta rêxistina wê ya li Saarlandê bi rayedarên dewleta Tirk re heye, dozger behsa vê yekê nekiriye.

SAARBRUCKEN