Nijadperest hê xilas nebûye

Sêşem 26 Cotmeh 2021 - 23:17

  • Tirkekî beriya bi 6 salan, 12’ê Îlona 2015’an li paytexta Swîsreyê Bernê erebeya xwe ajotibû nav xwepêşandêrên Kurd. 

Tirkekî beriya bi 6 salan, 12’ê Îlona 2015’an li paytexta Swîsreyê Bernê erebeya xwe ajotibû nav xwepêşandêrên Kurd. Dadgeha Bernê Tîrmeha bihurî îdîa kiribû ku vî nijadperestê Tirk berê ev êriş pîlan nekiriye û biryara berata wî dabû. Dadger îdîa kiribû ku nijadperestê Tirk ê 46 salî qanûn binpêkiriye, lê ne bi armanca sûc bike.

Niha Dozgerê Giştî yê Bernê da zanîn ku ew li ber biryarê rabûye û Dadgeha Bilind a Bernê jî doz qebûl kiriye. Li ser pirsekê buroya agahdarker a Dozgerê Giştî Christof Scheurer doh ev agahî da rojnameya Der Bund. 

Lê belê ji ber ku niha cih nîne, nijadperestê Tirk wê hîna nû Kanûnê bê dadgehkirin. Nijadperestê Tirk di êrişê de du xwepêşanderên Kurd bi giranî birîndar kiribûn. Xwepêşanderan jî ew bi giranî birîndar kiribû.

BERN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.