• Fatêxan 16 salî bûye bi zorê hatiye zewicandin. Piştî 20 saliya xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye.

Helbestvan Fatêxan Taşli Tûnç ku bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye û niha bi wêjeyê re mijûl dibe. Ew dibêje, “Min timî hewl dida hînî xwendin û nivîsandinê bibim. Ez bi serketim jî. Ev tişt ji bo min gelekî girîng e. Niha alavê têkoşîna min pênûsa min e.”

Fatêxan, sala 1967'an li Amedê hatiye dinê. Dema 16 salî bûye bi zorê hatiye zewicandin. Bi zarokên xwe re mezin bûye. Ligel feraset û nêzikatiya malbat, hevjîn û derdorê, piştî 20 saliya xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye. Heta niha helbest û çîrokên wê di gelek malper, pirtûk û rojnameyan de hatine weşandin.

Fatêxan dibêje, wê di jiyana xwe de gelek êş û jan kişandine: “Gundê me dema ku zarokên keç dibûn 16 salî , dihatin zewicandin. Ez jî wisa zewicîm. Ez gelek xemgîn bûbûm. Bi vî awayî min keziyên xwe yên dirêj jê kirin. Min ew keziyên xwe veşartin û hêj jî vedişêrim.  Min ew nas nedikir. Me hez ji hev nedikir. Ji bo me herduyan gelekî zehmet  bû. Şidet jî li min hat kirin."
 
Bi Azadiya Welat xwe hîn kir 

Fatêxan, bi derfetên xwe hînî xwendin û nivisandinê bûye û dibêje, “Mixabin ez qet neçûm dibistanê. Min xwe hînî xwendin û nivîsandinê kir. Hema min wexteke biçûk jî bidîta, min dixwend û dinivisand. Lê wexta min pirr kêm bû, zarokên min wê çaxê piçûk bûn. Lê min zêde hewl dida ku ez fêr bibim. Hema min li erdê çi nivîs bidîta min dixwend. Niha jî ez bêtir bi wêjeyê re mijûl dibim. Di destpêkê de min bi zimanê tirkî dinivîsî lê piştre bi Rojnameya Azadiya Welatê fêrî nivîsandin û xwendina bi Kurdî bûm. Wî çaxî bavê min aboneyê rojnameyê bû û her tim jê re dihat. Piştre ez jî bûm abone û min hewl dida ku ez Azadiya Welatê bixwînim. Piştre jî min dest bi nivisandina helbestan kir.”

Fatêxan, dibêje gava wê xwe hînî xwnedinê dikir, li mala wê hevjînê wê şerê wê kiriye: “Dema ku min xwe hîne xwendin û nivîsandinê kir li malê di navbera min û hevjînê min de şer bû. Li hemberî min her tim asteng bû. Tinazê xwe bi min dikir, lê min jî guh nedida wî. Her tim li hemberî min şideta fizîkî bi kar dianî, lê rojekê ez li ber wî rabûm. Piştî wê rojê şidet jî qediya. Niha ez bi wêjeyê re mijûl dibim. Niha alava têkoşîna min pênûsa min e.”

JINNEWS/AMED