• Nûçegihanê Batmanê yê rojnameya Yenî Ulke Cengîz serê sibeha 24’ê Sibata 1992’yan dema ji malê diçû şopandina nûçeyekê li naverasta kuçeyê hat qetilkirin.

Nûçegihanê Batmanê yê rojnameya Yenî Ulke Cengîz serê sibeha 24’ê Sibata 1992’yan dema ji malê diçû şopandina nûçeyekê li naverasta kuçeyê hat qetilkirin. Tevî ku 30 sal di ser kuştina Altun re derbas bû jî hêj kujerên Altûn nehatine dîtin. Dayika Altun, Turkan Altun a 74 salî hêj kelûpelên wî vedişêre û pê sebra xwe tîne. Dayik her ku li van kelûpelên Cengizê xwe dinêre xemgîn dibe, hêsir ji çavên wê dibarin. Di nav kelûpelan de lênûska têbiniyan, heste, kupurên rojnameyan, wêne, cixare û gelek tiştên din hene.

Turkan Altun dibêje:  “Wê rojê ewladê min hat qetilkirin, lê niha bi hezaran ewladên min hene. Ez çavê hemû xebatkarên çapemeniya azad yek bi yek maçî dikim. Hûn hemû Cengizê min in.”

MA /FETHÎ BALAMAN