Nicholas Granger û PYNK civiyan

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 22:36

  • Nûnerê DYE’yê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nicholas Granger li Qamişloyê bi nûnerên PYNK’ê re civiya.

Nûnerê DYE’yê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nicholas Granger li Qamişloyê bi nûnerên PYNK’ê re civiya. Di hevdîtinê de behsa rewşa heyî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya navneteweyî hate kirin.

Li gorî malpera fermî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nicholas Granger doh (7 Îlonê) çû serdana navenda giştî ya partiyê ya li Qamişloyê û bi nûnerên PYNK’ê re civiya.

Hevseroka PYD`ê Asya Abdullah û endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl pêşwaziya Nicholas Granger kir.

Li gorî malperê her du aliyan behsa rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siberoja wê û piştgiriya navneteweyî ya ji bo van herêman kir.

Her wiha behsa êrişên dagirkeriya Tirk hate kirin ku bi balafirên bêmirov fermandarên QSD`ê, Hêzên Antî-Teror, siyasetvan û sivîlan dikin hedef.

Her wiha hate destnîşankirin ku Granger aniye ziman ku helwêsta wan diyar e û di gelek hevdîtinan de gotine, ew jî tev li êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê nabin, her wiha bi îstiqrara herêmê re ne, ji ber ku têkbirina ewlehiya van herêman, dê bandoreke nerênî bi xwe re bîne. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.