Nêzî 5 hezar kes mirin

În 20 Cotmeh 2023 - 00:45

Li Gazzeyê krîza mirovî giran dibe. Ji herdu aliyan nêzî 5 hezar kes mirin. Li gorî texmînên Îsraîlê şer dibe ku bi mehan dewam bike. Serokên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Misrê diyar kirin ku alîkariya însanî ya Filîstîniyên li Şerîda Xezeyê li bendê ne, dibe ku ji Misrê ji Deriyê Sînor ê Refahê bê derbaskirin. Misrê roja Pêncşemê ragihand ku di ser deriyê sînor ê Refahê re destûr dane ku alîkariya mirovî ya 'mayînde' derbasî Şerîda Xezeyê bê kirin. Bi sedan qemyonên alîkariyê li ber deriyên herêma Filîstînê rawestiyane. Berpirsiyarê Rewşa Lezgîn a Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê alîkarî rojane bi 100 qemyonî be û bi rengekî ewle were kirin.

Ji 9'ê Cotmehê û vir ve Xeze di bin dorpêça Îsraîlê de ye, ku nêzî 2.4 milyon şêniyên Xezeyê ji elektrîkê bêpar hatine hiştin. Her wiha pirsgirêka av û xurekê jî heye.

Şer bi mehan dewam bike

Bîlançoya şerê navbera Hamas û Îsraîlê jî giran dibe ku 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê destpê kir. Bombekirina Nexweşxaneya El Ahlî ya 17'ê Cotmehê bû sedema nerazîbûneke mezin. Li gorî rayedarên Fîlîstînî derdora 500 kes hatin kuştin. Fîlîstîniyan diyar kirin ku êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, Îsraîlê jî red kir û Cîhada Îslamî berpirsyar nîşan da. Îsraîlê her wiha hin dîmenên ku îdîa dikir belgeyê êrişê ne, weşand. Serokê DYE'yê Joe Biden ku serdana Tel Avîvê kir, roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku li gorî daneyên tîma wî nîşan dane Îsraîl têkildarî êrîşa li ser nexweşxaneyê paqij e.

Di vê navberê de Brezîlyayê pêşnûme biryarek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tê de xwest ‘navbereke mirovî' ji şerê navbera Hamas û Îsraîlê re bê dayin. Lê belê DYE'yê bi hinceta ku di metnê de qala 'mafê xweparastinê' yê Îsraîlê nehatiye kirin rexne û veto kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya ser bi Hamasê ku roja Çarşemê kir, di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de nêzî 3 hezar û 500 kes mirin, 12 hezar kes jî birîndar bûn. Li aliyê Îsraîlê jî zêdeyî 1.400 kes mirin ku 286 ji wan leşker in.

Li gorî nûçeya Tîmes of Îsrael jî, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê dibe ku bi mehan dewam bike.

Wezîr got:"Wê demeke dirêj dewam bike. Jinûve avakirin jî dibe ku bi salan dewam bike. Lê belê dema jinûve avakirin pêk hat, em ê hingî bigihêjin serketinê. Armanca me ne tenê têkbirina Hamasê ye. Em soz didin ku başûr ji sedî sed bikin mîna bihuştê."

Dibe ku şer herêmî be

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov diyar kir ku xetereyeke cidî heye ku şerê li Xezayê veguhere şerekî herêmî.

Lavrov ku ji Koreya Bakur ji rojnamevanan re axivî, got: “Ji bo Xezeyê xeteriyeke cidî heye ku ev alozî veguhere şerekî herêmî. Em hewldanên berpirsnîşandana Îranê dişopînin û wekî provakasyonan dihesibînin. Bawer im fermandariya Îranê heta astekê xwedî helwesteke hevseng û berpirs e û bang rêgirtina li şerê herêmî dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.