Neyarên Kurdistanê û Rûsya li Îranê dicivin

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Berdevkê Kremlînê, Dmîtrî Peskov daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwe amade dike ku 19'ê Tîrmehê biçe Îranê.

Qesra Kremlînê ragihand ku di 19'ê Tîrmehê de li ser mijara Sûriyeyê, serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan wê li Îranê bicivin.

Berdevkê Kremlînê, Dmîtrî Peskov daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwe amade dike ku 19'ê Tîrmehê biçe Îranê.

Peskov anî ziman ku Pûtîn wê bi hempîşeyên xwe re li ser mijara Sûriyeyê biaxive û bi Erdogan re jî hevdîtineke dualî bike.

Balkêş e ku civîn di salvegera 10'an a Şoreşa Rojava de çêdibe. Çirûska destpêkê ya şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê hatibû pêxistin.

Civîn her wiha di atmosfereke welê de tê lidarxistin ku li Ûkraynayê şer dewam dike û dewleta Tirk ji nû ve gefan dixwe ji bo Rojava dagir bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.