Newroza Wanê: Ji Ocalan re azadî

În 15 Adar 2024 - 00:34

Newroz wê 17'ê adarê li quntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin. Welatiyên ku wê beşdarî pîrozbahiyê bibin diyar kirin ku ew ê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê Newrozê pîroz bikin.

Li Wanê ku yek ji navendên pîrozbahiyên Newrozê ye, amadekarî dest pê kirin. Newroz wê di 17’ê adarê roja Yekşemê de li quntara Kela Wanê ya dîrokî bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Di Newrozê de ku tê payîn bi sed hezaran kes beşdar bibin, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir wê axaftinekê bikin. Faraz Sine, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî jî wê derkevin ser dikê. Şêniyên bajêr diyar kirin ku ew ê ji bo Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li qadan bin.

Newroz bibe wesîleya azadiyê

Abdulcabbar Serbest diyar kir ku ew ê îsal jî li qada Newrozê bin û wiha got: "Agirê Kawayê Hesinkar hê jî li tevahiya Kurdistanê geş e. Ev kevneşopî wê bidome. Em ê li ser şopa wî bin. Em ê Newrozê bi coş pîroz bikin. Wekî her sal em ê îsal jî Newrozê bi coş pêşwazî bikin. Newroz cejna me Kurdan e. Newroz azadiya Kurdan e. Divê hemû gelê Kurd di 17'ê Adarê de beşdarî Newrozê bibe."

Bêrîvan Polatê bang li hemû şêniyên bajar kir û got: "Newroz têkoşîna Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqan tîne ziman. Ji bo me hatina biharê û roja pêxistina agirê azadiyê ye. Li dijî şer sembola aştiyê ye. Em bi salan e ji bo vê têdikoşin. Em ê îsal Newrozê li her derê Kurdistanê bi coşeke mezin pêşwazî bikin. Em hêvî dikin bibe munasebat aştî û azadiyê. Divê hemû gelê kurd xwedî li vê berxwedanê derkeve." 

Di şexsê Ocalan de ji girtiyan re azadî 

Necmî Kalçik jî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser girtîgehên divê peyameke xurt ji qadên Newrozê bê dayîn û got, "Newroz berxwedana gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Cejna serketinê ye. Gelê kurd xwe di Newrozan de nas kir. Newroz kevneşopiyek e ku ji Kawayê Hesinkar heta niha berdewam dike. Divê hemû gelê Kurd ê welatparêz beşdarî Newroza 17'ê Adarê bibe. Di Newrozê de divê di şexsê birêz Abdullah Ocalan de doza azadiya hemû girtiyan bê kirin." 

Newroz têkoşîna dijî zilmê ye

Şemsettîn Şeker diyar kir ku ew ê li qada Newrozê bersiva pêwîst bidin hemû zextan û got, "Newroz têkoşîna li dijî zilmê ye. Ew roj e ku Kawayê Hesinkar dawî li zilmê anî. Di heman demê de mizgîniya biharê ye. Newro ew roj e ku mirov rabe ser pêyan û dawî li vê zilmê bîne. Niha jî zilm li gelê me tê kirin. Em ê niha jî wekî Kawayê Hesinkar bibin bersiv ji vê zilmê re. Divê hemû gelê Wanê di roja Newrozê de biherike qadê û ji vê zilmê re bêje 'êdî bes e.'"

Tûran Edîş got: "Newroz mizgîniya biharê ye. Em ê îsal jî wekî her salê di 17'ê Adarê de li kelehê bin. Em li bendê ne ku hemû gelê kurd û gelê Wanê beşdarî Newroza ku roja Yekşemê bê lidarxistin bibin û xwedî li vê roja pîroz derkevin."

WAN/MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.