- Namzet Newroz Uysal: Me li Şirnexê îdîaya gel bi awayekî zelal dît û êdî li holê ye ku gel wê şens nede vê desthilatê. Gel gelekî bi hêrs e. Ewlehiya hilbijartinê ya niha ji bo me gelekî girîng e. Tevî her tiştî jî ez bawer dikim em ê bikin 4 û 0
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal li ser wesiyeta dayika xwe bi bûbû parêzera Rêber Abdullah Ocalan. Wê got, ji bo daxwaza dayika xwe û bi hezaran Kurdan bi cih bîne, ew ê li Meclisê têkoşîna xwe bidomîne.
Partiya Çep a Kesk piştî ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê namzetên wê diyar bûn, xebatên xwe didomîne. Armanca Partiya Çep a Kesk li Şirnexê ew e ku her çar parlamenteriyan jî bi dest bixe. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, rojnamevan Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez û Bedîrhan Osal namzetên Partiya Çep a Kesk in li Şirnexê.
Ûysal sala 1992’yan li gundê Gilûdur ê Şirnexê hate dine. Piştî salên 1980 û 1990’î ji ber polîtîkayên ewlehiyê gundê wê jî hate valakirin. Ûysal hêj pitik, bi malbata xwe re ewilî koçî Şirnexê kir û pişt re jî li Cizîrê bi cih bû. Nasnameya welatparêz û têkoşîna dayika wê ya weke Yadê Gulê tê naîsn, gelek bandor li Newroz Ûysalê kir.
Dema piçûk bû bi dayika xwe re di mîtîng, Newroz, bibîranîn û çalakiyên li bajêr de helbestên nivîsandibûn xwendin. Dema Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî sala 1999’an revandin Tirkiyeyê ji keça xwe ya 7 salî xwest hiqûqê bixwîne û bibe parêzera Abdullah Ocalan. Ev daxwaza wê bû wesyeta wê. Ûysal a li ser vê daxwaza dayika xwe di xebatên ciwanan de cih girt hem jî li Navenda Çand û Huner a Mem û Zîn di xebatên şano, koro û folklorê de cih girt.
Newroz Ûysal li beşa Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê xwend û sala 2014’an jê mezûn bû. Ûysal a ji bo parêzeriya Rêber Abdullah Ocalan miracaetî Buroya Hiqûqê ya sedsalê kir û pişt re jî bû endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD). Newroz Ûysal, tecrubeya xwe ya parêzeriyê ya ewilî di salên 2015’an û 2016’an de bi parêzeriya kesên di êrişên dewleta Tirk ên li dijî xwerêvebeiryan de şehîd bûn, bi dest xist.
Newroz Ûysal, got, hesreta dayika wê ya herî mezin “Kurdistaneke azad û azadiya Ocalan” bû û ji bo daxwaza bi hezaran Kurdan û dayika xwe ew ê têkoşîna xwe li Meclisê bidomîne.
Ûysal, anî ziman ku ji damezrandina Tirkiyeyê heta niha li dijî kurdan hiqûqa dijminatiyê tê kirin û wiha dewam kir: “Dewlet hiqûqê weke şantajê û ji bo armancên xwe weke amûrekê bi kar tîne. Mînaka vê ya herî mezin jî Girava Îmraliyê ye. Îro her du tifaq jî hewl didin li ser tecrîda Birêz Ocalan ji xwe re meydanekê çêkin. Em jî li dijî vê helwêstê li dijî manîpulasyon û spekulasyonên Birêz Ocalan di nav de ye, têkoşîna xwe bidomînin.”
Şerê taybet mesele ye
Newroz Ûysal ji bo namzetiya xwe jî got, “Ji ber hem Şirnexî me hem jî parêzer im min firsend dît ku li gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, ekolojîk ên bajêr binihêrim. Ji bo pirsgirêkên Şirnexê çareser bikin û gel jî gelekî polîtîk e, em ê têkoşînê bikin ji bo statuyê. Lewma li vir texrîbata ekolojîk, xizanî û bêkarî hemû ji ber pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê pêk tên û encama polîtîkaya şer a hikûmeta heyî li Kurdistanê ye. Îro li dijî jin û ciwanan polîtîkayên hişbir û fihûşê zêde bûne, tundiya li dijî jinê zêde bûye. Birrîna daran li Çiyayê Cûdî pirsgirêka nexweşxaneyên li herêmê dewam dike. Em ê van pirsgirêkan bi saziyên têkildar re parve bikin û çareseriyekê bibînin.”
Li dijî pergalê têkoşîn
Newroz Ûysal ji bo têkoşêna hiqûqê got, “Li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê ku nasname û statuya Kurdan tine dihesibîne, heye. Me hewl da li dijî wê têbikoşin. Di hiqûqa Tirkiyeyê de feraseteke cihêkar heye. Nîqaşên destûrê yek ji krîzên herî mezin ên li Tirkiyeyê ye. Xalên di pergala yekperest de bi israr û bi awayekî faşizan li me tên ferzkirin. Gelek guhertinên qanûnî yên ji rêgeza şewitandina înfazan bigire heta gelek pêkanînên înfazê yên hatin guhertin, li benda me ne. Ji bo temamê van were guhertin, divê siyaseteke wekhev û azad derkeve holê.”
Her çar parlamenterî
Namzeta partiya Çep a Kesk, Newroz Ûysal got, di vê hilbijartinê de gelê Şirnexê bi 4 û 0’ê bersiva desthilata AKP-MEHP´ê: “Me li Şirnexê îdîaya gel bi awayekî zelal dît û êdî li holê ye ku gel wê şens nede vê desthilatê. Niha armanca me ya bingehîn ew e ku wekîlê ku ji ber hejmara leşkeran li Şirnexê zêde bû û gelê me yê ji ber qedexeyan bajar terikandin û êdî venegeriyan winda kir, paşve bigirin. Gel gelekî bi hêrs e. Ewlehiya hilbijartinê ya niha ji bo me gelekî girîng e. Tevî her tiştî jî ez bawer im em ê bikin 4 û 0.”
MA/ŞIRNEX