‘Netirsin gerîla hat’

În 30 Tîrmeh 2021 - 04:03

  • “Baş tê bîra min û ez qet wan kêliyan ji bîr nakim. Ji nişka ve gerîlayek ala ku wêneyê Rêber Ocalan li ser bû, bi darek ve daliqand û di nava gel de geriya. Gerîla wêneyê Ocalan bilind kir û qêriya ‘Netirsin gerîla hat’.”

ÎDRÎS KARA / ŞENGAL

Çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an, ji bo ku Êzîdiyan qir bikin, êrişî Şengalê kir. Bi sedan kes hatin kuştin, revandin, jinên ciwan ên Êzidî di bazaran de hatin firotin. Li ser axa Şengalê tirs û bêhêvîtî hebû di wan rojan de. Lê Êzîdiyan carek din li ber xwe da, axa xwe ya bav û kalan berneda.

Xelîl Hecî jî şahid û berxwedêrê wan rojan e.  Xelîl Hecî, xebatkar e di Rêveberiya Xweser a Şengalê de û niha li Serdeştê kar dike. Tevî malbata xwe li Serdeştê dijî. Xelîl Hecî xelkê gundê Behrava ya ser bi Xanesorê ye. Hecî yek ji wan Êzîdiyan e ku ji roja êrişê heya niha li ber xwe daye û dev ji axa xwe bernedaye. Xelîl Hecî ji me re behsa pêvajoya beriya êrişa DAIŞ’ê, piştî êrişê, xwe spartina çiya û hatina gerîlayên HPG’ê kir. Xelîl Hecî di heman demê de şahidiyê ji berxwedana 12 siwariyên Dewrêşê Evdê re kir. Li ser van mijaran ji rojnameya me re axivî.

Rêber Ocalan metirsî dîtibû

Niha Xelîl Hecî dipeyive: “Esas wê demê (beriya Fermanê) em endamên Tevgera Demokratîk û Azad a Kurdistanê (TEVDA) bûn. Me di nava gelê xwe de kar dikir, me fikrê Rêber Ocalan dixwend, tevî hemû astengiyan jî me dev ji doza Rêber Ocalan bernedida. Me dixwest li ser metirsiya heyî, xelkê hişyar bikîn, yên ku ji me bawer dikirin hebûn. Lê ji tirsa PDK û Iraqê kesê dengê xwe dernedixist. Ji er ku Rêber Ocalan metirsiya ser Şengalê dîtibû û li ser vî bingehî me jî xelkê hişyar dikir.

Beriya DAIŞ were me nobet li xwe girt

Em li gundê Behrava ya ser bi Xanesorê bûn. Dema ku DAIŞ kete Musil, me li gundê Behrava dest bi parastina xwe kir. Me di ketina gund de, seyterek parastinê danî. Me xwest em li vir parastina gundê xwe bikin. Em wê demê 13 ciwan bûn, li xwarê gundê, gundek Ereban hebû. Di rastiyê de me hîs dikir ku wê Erebên wî gundê êrişî me bikin. Me gotibû dema DAIŞ hat emê xwe biparêzin û bispêrin çiya. Em 80 malbat di gund hebûn.

Pêşmerge soz dan, lê…

Dema me seytere li pêşiya gund danî, hêzek pêşmerge hatin gund û ji me re gotin hûn li vir çidikin. Me ji wan re got ku em parastina xwe dikin, wana jî gotin em parastina we nakin. Lê me israr kir ku em xwe bi xwe biparêzin. Pêşmergeyan ji me re gotin, hûn jî bibin pêşmerge. Me qebûl nekir û me ji wan re got ku em xwebexş in. Li wir piştî guftugoyek dirêj, berpirsê wan ê pêşmergeyan soz da me. Piştî ku soza parastina gund dan me, me noqteya xwe radestî pêşmergeyan kir. Evane hemû beriya fermanê 4 rojan, yanî hîn jî DAIŞ nehatibû.

Dema ku DAIŞ 3 Tebaxê êriş kir, me dît ne pêşmerge man û ne jî çekên pêşmergeyan. Dev ji parastina me berdan û çûn. Erebên gundên derdora me dest danîn ser çekên pêşmergeyan û ji xwe re birin. Ê ku herî dawî ji gund derketî, ez bûm, em neçar man, me xwe spart çiya. Me erz û eyal rakirin, pezê xwe jî bir û me xwe spart çiya. Çiya piştevanê mirovê xwedî îrade û bê çeke.

Hîn li ber çavê min e

Zarok, kal û jin, me hemûyan berê xwe da çiya. 3 rojên destpêkê di çiya de, zarok ji têhna û birsîbûnê mirin. Dîmen hîn li ber çavê min e, ew kêlî nayên gotin, gelek zor bû. Em li benda mirinê bûn, ji bilî mirinê tiştek din ne dihat bîra me.

Bi hatina gerîla re me mirin ji bîr kir

Komek gerîla bi hewara me hatin, 12 gerîla bûn, 12 siwariyên Dewrêşê Evdê bûn. Dema gerîla hatin, ez çûm gel wan. DAIŞ nêzî me dibû, pêşmergeyan doşkek xwe li cih hêlabûn. Me hinekan digot, em tine bikin. Ji ber ku ger bikeve destê DAIŞ’ê wê li hemberî me bikarbînin. Ji ber me nedizanî em doşkê bikarbînin. Di wan kêliyan de hevalên HPG’ê gihiştin doşkayê. Hevalan doşka xirabûyî di demek kurt de çêkirin. Gerîla li wir bi doşkayê hemberî DAIŞ şer kir, DAIŞ dihat û piştî gerîla şer kir û dîtin berxwedanî heye, DAIŞ bi paş de çû. Tê bîra min li wir hevalan 3 DAIŞ’î kuştin. Dema DAIŞ zanî yê li hemberî wan gerîlane, ji tirsa bi paş de çûn.

Her kes bê hêvî mabû

Dema ku em hemû ketin çiya, em bê çare bûn. Av nebû, xwarin nebû. Yanî her kes di rih de mirî bû. Di vê rewşê de tiştek ne dihat bîra kesê. 12 gerîla û em komek ciwanên TEVDA’yê hebûn. Xelk li dora me kom bibû, xelk li benda xeberek xweş bûn.

Gel zindî bû

Baş tê bîra min û ez qet wan kêliyan ji bîr nakim. Ji nişka ve gerîlayek ala ku wêneyê Rêber Ocalan li ser bû, bi darek ve daliqand û di nava gel de geriya. Gerîla wêneyê Ocalan bilind kir û qêriya ‘Netirsin gerîla hat’. Dema gerîla da qîran, bawer bikin weke ku ji nû de xwîn bikeve laşê me, gel zindî bû. Xelk rabû ser xwe û li dora gerîla kom bû. Bi qêrîna gerîla re di çavê her kesî de hêviyek çêbû û me got bila DAIŞ were emê li ber xwe bidin û xwe biparêzin. Gerîla ji bo vekirina korîdorek ket nava liv û tevgerê. Şervanên YPG-YPJ’ê korîdorek li aliyê Digurê ber bi çiyê vekir. Xelk ber bi Rojava ve birin.

Kalên me nedixwestin

Dema ku korîdor vebû, milet berê xwe da Rojava. Lê kalên me nedixwestin axa xwe berdin û penaber bibin. Ji ber vê jî bi sedan malbat man li Serdeştê. Bi giştî wê demê hezar û 356 malbat man li Serdeştê. Di navbera 16 û 20’ê Tebaxê de, ji Rojava çadir ji bo me hatin û me kamp ava kir. Tirs hîn jî hebû, rê hate girtin. Piştî ku me çadir danîn, me xwe bi rêxistin kir û hêza parastinê ava kir. Destpêkê 300 kesî zêdetir ciwan tevlî YBŞ’ê bûn. HPG piştî wê jî hêz anî me di parast.

Tamek azadiyê hebû

Tevî hemû zorî û zehmetiyan, tamek azadiyê li Serdeştê çêbû. Dema şehîdek çêdibû, her kes radibû serxwe, zarokan destê xwe bilind dikir û dirûşmeyan diavêt. Dema şervanek şehîd dibû, 15 ciwanên Êzidî tevlî YBŞ’ê dibûn. Ger îro aramiyek hebe û xelk vedigerin ser warê xwe, ji ber berxwedana wan zarokên li çiya berxwedayî ye. Tê bîra min di wê demê ez mal mal geriyam. Min dît zarokek 3 mehî heye, şîr nînin bixwe. Şeker di nava avê de di helandin û didan zarokê. Ew zarok îro sax e, têkoşîna me hîna jî dewam dike. Em hîna li Serdeştê di çadiran de dijîn.

Van rojan ji bîr nekin

Em dixwazin xelkê me yê Êzîdî ti carî wan rojên bi êş û tije berxwedan ji bîr neke. Hîn jî bi sedan keçên Êzîdî di destê DAIŞ’ê de ne. Zarokên me yên dema fermanê de venegeriyan, divê kes li berjewendiya xwe kesî negere. Van rojan bîr nekin. Hîn jî 450 malbat îro li Serdeştê ne. “

 

Ji bo xweseriyê rabin

Banga Xelîl Hecî li Kurdên li Ewrûpayê jî wiha ye: “Em bang li hemû Kurd û Êzîdiyên li Ewrûpayê dikin, çawa zarokên Şengalê li çiya li ber xwedan û wan rizgar kir, îro divê hûn jî ji bo xweseriya Şengalê rabin ser xwe û têkoşînê bilind bikin. Em xweeriya Şengalê dixwazin, eger Êzîdiyek jî bimîne, emê Xweseriya Şengalê bixwazin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.