Neraziyên hilbijartinê daketin meydanan

În 26 Mijdar 2021 - 23:06

  • Li paytexta Iraqê Bexdayê, li dijî encamên hilbijartina pêşwext xwepêşandanê dest pê kir, dema nûçeya me dihat amadekirin, xelkê dixwest biçe Herêma Kesk.

Li paytexta Iraqê Bexdayê, li dijî encamên hilbijartina pêşwext xwepêşandanê dest pê kir, dema nûçeya me dihat amadekirin, xelkê dixwest biçe Herêma Kesk.

Piştî eşkerekirina encamên hilbijartina pêşwext a Iraqê yên di 10’ê Cotmehê de, gelek nerazîbûn çêbûn. Gelek partî û aliyên siyasî ji encaman ne razî ne, ji bo vê jî nerazîbûna xwe nîşan didin.

Alîgirên hêzên siyasî yên ji encamên hilbijartinê nerazî, li Bexdayê daketin kolanan û dest bi xwepêşandanê kirin. Xelk dixwaze ber bi Herêma Kesk ve biçe.

Hêjayî gotinê ye doh siharê li Bexdayê hêzên ewlekariyê hatibûn bicihkirin.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.