• Hunermend Pelda Aytaş: Jinên ku hatine qetîlkirin, çîrok, hêvî û daxwazên wan hemûyan ji jiyanê hebûn. Ji ber vê yekê, di vê xebatê de min xwest ez navê jinên hatine kuştin nedim jibîrkirin.

Hunermend Pelda Aytaş berhemek bi navê neqşebîrdarî (Anitnakiş) çêkiriye ku pê li ser berhemê navê jinên hatine qetilkirin, neqişandiye. Ew dibêje, "Jinên ku ji ber şideta mêran tên kuştin, bi statîskan tên nîşandan. Ev jî dibe sedema jibîrkirina nav û serpêhatiyên van jinan. Ev xebat ji bo bibîranîna jinên, bi destê mêran hatine qetilkirin e, da ku ew neyên jibîrkirin."

Roja Têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê doh bû. Lê, şidet, taciz, tecawiz û kuştina jinê her roja diçe, zêdetir dibe. Jin jî li dijî failan xwe birêxistin dikin û têkoşîna xwe xurt dikin. Jin bi her awayî hewl didin ku kirinên li hemberî jinê bînin rojevê û bidin nîqaşkirin. Bi hevkariya ‘Karên Hevpar’ û Atolyeya A4 di 8’ê Mijdarê de pêşangehek li Amedê hat vekirin. Di pêşangehê de berhemên cûr bi cûr tên nîşandan û pêşangeh dê heta 29’ê Mijdarê vekirî be. Di pêşangeyêhê de berhema hunermend Pelda Aytaş a bi navê "neqşebîrdarî" jî heye. Pelda Aytaş, navê jinên ku mêran ew qetil kirine, neqişandiye û neqş wek amûreke berxwedanê bi kar aniye. 
 
Ji bo navê wan li dinê be

Hunermend Pelda Aytaş, di destpêkê de bal bire ser xebata xwe û got, platforma dîjîtal a jinên mêran ew kuştine, tesîr li wê kiriye û wiha peyivî: “Mixabin êdî kuştina jinan bi daneyên statîstîkî tê nîşandan. Ew jî dibe sedema jibîrkirina nav û serpêhatiyên wan jinan. Lê jinên ku hatine qetîlkirin, çîrok, hêvî û daxwazên wan hemûyan ji jiyanê hebûn. Ji ber vê yekê, di vê xebatê de min xwest ez navê jinên hatine kuştin nedim jibîrkirin. Min 7’ê sibatê dest bi kar kir." 
  
Neqş ji bo hêvî û daxwazan

Pelda Aytaşê got, nasnameya jinê bûye armanca êrişan û wiha axivî: "Di lêkolînên min de, pirraniya jinan ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin. Vê jî bi rastî ez êşandim. Hêvî û xeyal û daxwazên wan jinan hebûn, û ew xeyal û jiyana wan ji destê wan hatin stendin. Ji ber vê jî min wek cûreyê huner, neqş neqand. Ji ber ku neqş bi hêvî û daxwazên mezin tên amadekirin. Li ser wê keda jinê heye û di heman demê de ji bo jinan mînakeke ji bo berxwedanê ye.  Di meydana hunerî de ku ked û xebata jinê tine tê hesibandin, jinan bi neqşê bersiva xwe ya berxwedanê daye."
 
Xebata wê wê dewam bike

Pelda Aytaşê xwest kuştina jinan rewa neyê dîtin û got, “Ez ê piştî pêşangehê jî vê xebatê dewam bikim. Nerazîbûna min û têkoşîna min a li dijî kuştina jinan, ew e. Ji ber ku kujer nayên cezakirin, kuştina jinan zêde dibe. Medyaya civakî kuştina jinan dixe amûrê magazînê. Her wiha divê nerazîbûn ji kuştina jinê bi rêya medyaya civakî sînordar nemîne.”

JINNEWS/AMED