Nekevine nava komployê

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:40

  • Mamostayê Zanîngehê û Çalakvanê Siyasî Dr. Şêrko Heme Emîn diyarkir ku dewleta Tirk dixwaze PDK’ê û Iraqê bikşîne nava şerê li dijî PKK’ê û got: Nabe bi ti rengî hêzek Kurdî bikeve nava komployek li dijî parçeyek din ê Kurdistanê.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê berdewam dike. Di êrişan de welatiyên sivîl, mal û baxên wan hedef digre. Çalakvanê Siyasî û Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Şêrko Heme Emîn, di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê, her wiha kişandina PDK’ê û hikûmeta Iraqê ya nava şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê, ji Rojnewsê re axivî.

Dr. Şêrko Heme di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku Kurdistan di Peymana Lozanê de bi ser her çar dewletên Iraq, Îran, Suriye û Tirkiye de hatiye parçe kirin û got:“Her çiqas li Başûrê Kurdistanê hikûmetek Kurdî heye, sazî û statûyek destûrî heye, lê dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan li dijî dewleta Kurdî û doza Kurdî sekiniye. Dewleta Tirk dixwaze tevayî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ji holê rake. Li dijî Kurdên Bakur komkujiyan dike û hebûna wan înkar dike.”

Dixwaze herêmê û Iraqê bixe nava şer

Di dewamê de Şêrko Heme da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku her du hikûmetên Herêm û Iraqê rakêşe nava şerê li dijî PKK’ê û got:“Ji bo vê çendê zextên li ser her du hizbên desthilat zêde kiriye ji ber ku her du hizb xwediyê hêzên çekdar in.” Têkildarî hevdîtinên berdewam ên rayedarên Tirk li gel berpirsên PDK’ê jî Dr. Şêrko Heme wiha axivî:“Ji ber ku PDK li Herêma Kurdistanê serokatiya herêmê, hikûmet, wezareta navxwe, beşek ji wezareta pêşmerge, dijeteror û ajansa parastin û zanyarî di jêr destê wê de ye, her wiha mijara peymana 50 salî yek ji sedemên din ên civîna navbera her du aliyan e.”

Ew ê êriş bi ser nekevin

Di derbarê êrişên berdewam ên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê de jî Dr. Şêrko got:“Dewleta Tirk a dagirker divê êdî bizane ku wê bi êriş û dagirkeriyê bi ser nekeve. Ji ber ku wê ti demê ne Kurd, ne Qendîl û nejî gerîla tine nebin. Ji ber ku ew xwediyê dozek rewa fikir û baweriyek mezinin. Li beramberî vê bîr û baweriyê de wê hêza çekdarî nikaribe biserkeve.”

Dr Şêrko Heme Emîn li ser rewşa Iraqê û hêza wê ya parastina sinorên xwe jî wiha got:“Iraq nikare sinorên xwe biparêze. Biryarên siyasî li nava Iraqê de nayên dayîn, ji ber ku di rastiyê de hêzên milî şia Iraqê birêve dibin. Dewleta Tirk a dagirker, Emerîka û hinek dewletên din rola wan di biryarên siyasî yên li Iraqê de heye.” Şêrko Heme diyarkir ku dewleta Iraqê ti demê wek niha lewaz nebûye ku kengê dewleta Tirk dixwaze asîman û xaka Iraqê binpê dike.

Enfaleke din pêk tê

Di derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û şandina hêzên xwe ya dibin navê parêzvanên sinor û ala Iraqê ya ji bo qadên gerîla jî, Dr. Şêrko Heme got:“Wê ti hêzek li Herêma Kurdistanê bisernekeve dema ku li dijî parçeyek din yê Kurdistanê şer bike. Vêca ev hêz çi YNK dibe li dijî hizbên Rojhilatê Kurdistanê yan jî PDK be li dijî hizbên Bakurê Kurdistanê bisekine, wê bi sernekeve. Ji ber wê nabe bi ti rengî ti hêzek Kurdî bikeva nava komployek li dijî parçeyek din ê Kurdistanê.” Di dawiya axaftina xwe de jî Şêrko Heme Emîn got:“Ji ber plan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê pêk tên, gelek gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne. Ev jî enfal û jenosîdek din e ku li dijî gelê Kurd pêk tê. Her wiha bûye sedem ziyan bi xelkê gundan û aboriya Herêma Kurdistanê bigihe. Ev jî daxwaza dewletên dagirker e da ku aboriya Başûrê Kurdistanê bêhêz bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.