Kurdistaniyên li navçeya Krasnokûtê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, provakasyonên PDK'ê yên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kirin û bang li PDK'ê kirin ku dev ji hevkariya plana qirkirina Kurdan biqere.
Li ser navê Kurdên Krasnokûtê Serokê Otonomiya Kurd a Kranokûtê Ramazan Budakov û endamên Meclîsê Alîev Evdo û Abdîev Ibrahim axivîn. Di axaftinên xwe de diyar kirin ku şerê navxwe beriya niha pir zirar daye Kurdan, Kurdan aqil ji vê girtine û divê pêşî li vê provakasyona PDK'ê were girtin, ku ev provkasyona PDK'ê rê li şerê navxwe vedike.
Her wiha hate gotin gelê Kurd li dijî vê nêzîkatiya PDK'ê pir bêhnteng e û wê hesab bipirse. Di axaftinan de her wiha hate gotin nêzîkatiya PDK'ê xizmetê ji dijminên Kurd û Kurdistanê re dike.

ANF/SARATOV