Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Avaşînê li helîkopteran da. Bi destwerdana gerîla re helîkopter neçar man vekişin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê got, "4'ê Tîrmehê saet di 22:45'an li qada Girê Sor a herêma Avaşînê, helîkopterên Skorsky geriyan. Heman rojê saet di 23:00 de hêzên me li van helîkopteran da. Piştî vê destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji herêmê biçin."
BEHDÎNAN