- Hêzên Iraqê xwestin dorê li wargeha penaberan a Mexmûrê bigirin, lê xelkê wargehê nehişt. Piştî hevdîtina bi rêveberiya wargehê re, hêzên Iraqî gotin, ew ê hewl bidin hevdîtineke bi rayedarên Iraqî re bidin çêkirin.
Hêzên Iraqê doh serê sibehê xwestin bikevin wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî û derdora wargehê bi têlan bigirin. Piştî nerazîbûna gel, şandeke wargehê bi rayedarên Iraqê re civiya. Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan got.; “Me ji wan re got, em bi ti awayî qebûl nakin ku derdora wargehê bê têlkirin.”
Hêzên Iraqê bêyî ku agahiyê bidin xelk û rêveberiya wargehê, serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û derdora wargehê hemû bi têlan bigirin. Li ser vê, gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî berê xwe da seytereyê -nuqteya kontrola- û nerazîbûn nîşanî hêzên Iraqê da.
Gel piştî ber bi seytereya Iraqê ve çû, şandek ji Iraqê bi wan re hevdîtin kir. Piştî wê, li ser navê wargehê ji bo hevdîtinê şandek çû gel hêzên Iraqê. Piştî hevdîtina şandeyê ya bi berpirsê leşkerî yê Navçeya Mexmûrê Seîd Abdulah re, Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyaniyek da.
Em têlkirinê qebûl nakin
Kaçan destpêkê qala hevdîtina bi berpirsên Iraqê re kir û got, “Me têkildarî rewşê bi berpirsê leşkerî yê Navçeya Mexmûrê re hevdîtinek çêkir. Me di hevdîtina xwe de nerazîbûna gel a li hemberî têlkirina derdora wargehê de ji wan re anî ziman û me got, bi ti awayî em têlkirina derdora wagehê qebûl nakin. Wek wargeh me heta niha li hemberê qanûnên Iraqê ti neheqiyek nekiriye û hertim me rêz girtiye ji qanûnên Iraqê re. Me nîqaşek li ser vî esasî li gel wan çêkir.”
Hewla hevdîtina bi rayedaran re
Hecî Kaçan got, ew rayedarên eskerî, ne xwedî erkabiryardariyê bûne, û ji wan re gotine, ew ê hewl bidin qewlekî hevdîtina rêveberiya kampê bi rayedarên Iraqê re deynin: “Wan leşkerên Navçeya Mexmûrê got, em nikarin bi serê xwe tevbigerin. Biryar li Bexdayê tên dayîn, em ê li ser mijarê hewl bidin hevditinekê ji bo we li gel kesên peywendîdar bidin çêkirin.”
Piştî daxuyaniyê gelê wargehê belav bû, niha li wargehê rewş asayî ye.
Dîsa Kazimî!
Piştî ku beriya hilbijartina 10´ê Cotmehê çû serdana Enqerê, serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî, zextên xwe li ser Şengalê û ji bo cihbicihkirina peymana 9´ê Cotmehê li ser Şengalê zêde kirin. Pê re jî zextên li dijî Mexmûrê û nexasim êrişên DAIŞ´ê li dijî devera Mexmûrê zêde bûn. Hikûmeta Bexdayê li şûna parastina li dijî DAIŞ´ê xurt bike, xelkê ku li dijî DAIŞ´ê herî xurt e, hem li Şengalê û hem jî li Mexmûrê lawaz dike.
MEXMÛR