Suphan Çabuk gerîlayê HPG’ê bû. Piştî ku dîl hat girtin, 22’yê Cotmeha 2016’an li dadgeha dagirkeriyê gotibû, “Weke HPG’yiyekî, tenê gelê min dikare min dadgeh bike. Dadgehên we nikarin min mehkeme bikin.” Dewleta Tirk a dagirker, Suphan Çabuk li Hepsa Kalkandere ya tîpa L şehîd kir.
Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê li hepsê piştî rewşa Çabuk giran bûye, rakirine nexweşxaneyê û li wir şehîd bûye. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di rapora xwe ya “Rapora Binpêkirinên li Girtîgehên Herêma Behra Reş” de ji bo Çabuk wiha gotibû: “Xwîna girtiyê nexweş Suphan Çabuk hişk dibe û tevî vê yekê jî nayê tedawîkirin.”
Dewleta Tirk Suphan Çabuk ji hepsa Amedê 18´ê Kanûna 2020’an sirgûnî Kalkandere kiribû. Nîsana 2021’ê dadgeha dagirkeriya Tirk 2 caran cezayê heta hetayê û 153 sal cezayê hepsê lê birrîbû.
NAVENDA NÛÇEYAN