- Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şêladizê de pêr bi şev welatiyek şehîd bû.
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şêladizê de pêr bi şev welatiyek şehîd bû. HPG´ê da zanîn ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke hewayî ya gelekî berfereh kiriye, lê ti encam negirtiye. Êdî hat zanîn ku hêzên dewleta Tirk ên ku bi gerîla nikarin, êrişê dibin ser xelkê Kurdistanê.
Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê di êrişên dagirkeriyê de rasterast gundan dike hedef û welatiyan şehîd dike.
Pêr dewleta Tirk bi balafirên şer êrişî Başûr kir. Balafiran navçeya Şêladizê bombebaran kir, di encamê de Hiseyin Heyder Steyî (Hiseyin Rêkanî) şehîd bû.
Hêzên PDK´ê cenazeyê Rêkanî pêr bi şev bi lez û bez li goristana Şêladizê defin kir da ku xwepêşandan li dijî wê li dar nekevin.
Dar û berên Kurdistanê bombe kirin
HPG'ê jî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di salvegera Serketina Garê û komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî de êrişên berfireh ên hewayî birine ser herêmên Avaşîn, Garê, Metîna, Xakurkê û Zapê, lê ti encam wernegirtiye. Li gorî agahiyên HPG´ê: "12'ê Sibatê saet di navbera 10:30-11:00 de herêma Avaşînê devera Werxelê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin." Heman rojê "di navbera 10:00-11:20'î de li herêma Zapê devera Şikefta Birîndaran 7 caran, devera Çemço 4 caran, devera Sîda 2 caran û deverên Karker, Çiyayêreş û Girê Şehîd Şahîn jî her yekê carekê bi balafirên şer hatin bombekirin. 13'ê Sibatê saet di 14:30'î de li herêma Zapê devera Girê Cûdî ya li herêma Fileha bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin." Heman rojê "di navbera 14:20-14:20'î de devera Girê Çarçêlê yê herêma Metînayê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Di navbera 13:50-14:30'î de li herêma Garê, Girê Zengilê 3 caran, Deriyê Hirçê 5 caran, Gundê Gûzê, Gundê Bilmedê her yekê carekê û saet di 21:45'an de jî devera Kafya carekê bi balafirên şer hatin bombekirin. 14'ê Sibatê saet di 19:20'î de li herêma Garê, devera Gundê Zêvkanê carekê bi balafirên şer hate bombekirin. 14 û 15'ê Sibatê li herêma Zapê devera Şikefta Birîndaranan carekê, devera Karker û devera Çemço jî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 15'ê Sibatê saet di 12:30'î de li herêma Xakurkê devera Girê Rostê bi balafirên şer hate bombekirin."
HPG´ê da zanîn ku 11'ê Sibatê li Metînayê helîkopteran êriş biriye ser deverên Koordîne û gundên Serarû, Êdinê û Dêşîşê; 12'ê Sibatê jî helîkopterên êriş bir ser herêma Avaşînê deverên Kela Mamreşo, Mervanos, Qerrtel, Aris Faris û Girê Sor, û Zapê Kela Bedewê, Dola Şehîd Ozgur, Girê Şehîd Simko û Şamkê.
BEHDÎNAN