Nehiştin mîtînga ji bo Kurdî çêbin
Şemî 5 Hezîran 2021 - 05:24
Mîtînga ku HDP'ê dixwest bike ji hêla polêsên Tirk ve hate astengkirin. Polêsan êriş bire ser çalakiya ku bi hezaran kes lê hazir bûn. Lê tevî vê jî Waniyan doza zimanê Kurdê kir. Her wiha mîtînga li Cizîrê jî ku Tora Çand û Zimanê Kurdî, organîze dikir, hate astengkirin.
Mîtînga ku HDP'ê li Wanê bi rojan haziriya wê dikir, bi hinceta qedexeya walîtiyê ya xwedêgiravî ji bo hêla koronayê hate astengkirin. Gelê Wanê ji bo mîtînga zimanê Kurdî li ber avahiya bajêr a HDP'ê ya Wanê kom bû.
Gel xwest ku bimeşe Parka Aştiyê ya Mûsa Anter, polêsan li ber avahiya HDP'ê êrîş bire ser gel. Bi hezaran kes ku Hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir û wekîlên HDP'ê jî hazir bûn, bi stranên Kurdî û çalakiya rûniştinê bersiv dane êrîşa polêsan.
Polêsan avahiya HDP'ê û kuçeya ku diçe ser dorpêç kir û nehişt ku kese bikeve Parka Mûsa Anter. Rexmî qedexeyê jî bi sedan kes meşiyan û bang kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku li dijî êrişan, ew li zimanê xwe xwedî derdikevin û got, "Me çok dananî û em daneynin jî."
Ji Cizîrê bang
Tora Çand û Zimanê Kurdî, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê doh li navçeya Cizîrê xwest mîtîngê li dar bixe.Waliyê Şirnexê bi hinceta pandemiyê destûr neda mîtîngê. Li ser vî yekê girseya ku xwest meşê li dar bixe dîsa ji aliyê polêsan ve hat astengkirin. Piştî ku meş jî hat astengkirin, komîsyonê li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê daxuyaniyek girseyî da û şahî li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Serokê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Sînan Çîftçyurek, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, rêvebirên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û Amedê, aktîvîstên TJA’yê, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Cizîra Botan keleha Kurdî ye
Gava daxuyaniyê Şerefxan Cizîrî û Sînan Çîftçî axivîn û bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî û xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Saliha, bal kişand ser rol û mîsyona zimanê Kurdî û got: “Gelê herema Botanê bi salane ji bo ziman, çand, hebûn û pêşeroja xwe têkoşiyaye. Ji vê rojê şûnde jî dê têbikoşe. Ji ber ku em zanin herema Cizîra Botan di dema Îskender, Tîmûr û Osmaniyan de jî xwestin bê dagirkirin û tunekirin. Xwestin dîrok, çand û zimanê me qedexe bikin. Lê belê gelê Cizîrê hertim li ber xwe da û xwedî li çand û hebûna Kurdî derket. Cizîra Botan ji bo ziman û wêjeya Kurdî xwedî cihek girîng û taybet e.”
WAN/ŞIRNEX