Dewleta Îranê Rustem Çakmak ê 25 salî yê ji gundê Şikeftan, beriya bi mehekê li gundekî Şemzînanê qetil kiribû. Malbata wî xwest daxuyaniyekê li ser vê qetlê bide, lê hêzên dewleta Tirk ev yek asteng kir. 

Ji ber ku dagirkeriya dewleta Tirk derfetên kar û xebatê hemû miçiqandine, ciwan bi pirranî neçar in bazirganiya li ser sînor bikin. Rustem Çakmak yek ji van ciwanan bû. Leşkerên Îranê 15'ê Tebaxê Rustem Çakmak ê 25 salî qetil kir.

Xizm û hevalê wî Muhyettîn Mavî got, "Yekî pozîtîf bû, derdora xwe kêfxweş dikir. Li gel zor û zehmetiyan jî rûyê wî timî li ken bû. Ji zarokatiyê ve em bi hev re bûn. Malbat qebûl nake ku li ser xaka xwe ji aliyê leşkerên Îranê ve hate qetilkirin."

Mavî diyar kir ku heta niha rayedarên dewleta Tirk daxuyaniyeke berfireh jî nedane malbatê û got, "Yekane daxuyaniya ku hate dayin gotina 'Bila serê we sax be, em ê li ser vê mijarê bisekinin' bû."

Mavî li ser qetlê jî got, "Leşkerên Îranê li ser depoya avê ya gund ji nêz ve gule lê reşandin. Piştî ku du şivan hewl didin biçin gel Rustem, gule berdidin şivanan jî. Şivanek agahiyê dide gundiyan, gundî diçin cihê bûyerê, lê leşker nahêlin. Nêzî saet û nîvekê li nava sînorê fermî yê Tirkiyeyê nahêlin ku gundî bi hawara Rustemê birîndar ve biçin. Wê demê xwîn zêde jê diçe. Piştî ku dibînin ku Rustem miriye, destûrê didin gundiyan."

ANF/COLEMÊRG