• Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya rûniştinê kir. 

Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya rûniştinê kir. Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan temam bûye lê nayên berdan jî, doh di roja 120’an a Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê de dabûn destpêkirin, domandin. 

Malbatan doh nobeta xwe ya edaletê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girt. Rêveberên MED TUHAD-FED’ê, TUAY-DER’ê, DBPê, OHD’ê, MEBYA-DER’ê û MED-DER’ê beşdarî çalakiyê bûn û piştevaniya malbatan kirin. Malbatan xwest daxuyaniyê bidin, polêsên Tirk dor li malbatan girt û daxuyanî asteng kir. Polêsên dagirkeriya Tirk, destûr neda ku rojnamevan dîmenên malbatan jî bigirin. Malbatan nerazîbûn nîşanî astengkirina polêsan da û çalakiya rûniştinê li dar xist. 

Malbatan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” gotin.

AMED