Negot 'ez bêalî me' ew bernedan

În 6 Hezîran 2025 - 03:25

Haci Haykir ê di sala 1994'an de li navçeya Şirnex Cizîrê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erzîromê ve bi cezayê ragirtina heta bi hetayê hat cezakirin, ev 31 sal in li girtîgehên li Ordû, Trabzon, Amed, Mîdyad, Şirnex, Trakya, Erzîrom û Sertê tê ragirtin. Haykir ê ku saleke li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Bûrdûrê tê girtin, dihat payîn ku di 6 'ê Hezîranê de bê berdan. Lê berdana wî ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdarî ya girtîgehê bi hinceta ku 'bêalî' nîn e, 8 mehan hate taloqkirin. Hevsera Haykir Şîrîn Haykir, diyar kir ku bi vê biryarê baweriya wan a bi aştiyê şikestiye.

Ti eleqeya wê bi hiqûqê re tine ye

Heyeta ku li ser taloqkirina berdana Haykir daxwazname da, di daxwaznameya xwe de cih da van gotinan:Neragihandina bêalîbûnê di heman demê de li pêşiya berdana wî asteng e. Di tevahiya pêvajoya înfazê de ji bo çalakiyên rêxistinî gelek caran ketiye grevên birçîbûnê, nîşan dide ku ne tenê têkiliya xwe bi rêxistinê re qut nekiriye, berevajî van têkiliyan xurt kiriye û mafên xwe di niyeteke baş de bi kar neaniye. Diyar nekirina bêalîbûnê jî vê nêrînê xurt dike. Divê were qebûlkirin ku mehkûm di dema înfaza cezayê xwe de di warê helwest û reftarê de tu pêşketin bi dest nexistine; ku ew poşman nabin ji ber ewê tawana ku rîska zirardana civakê dewam dike."

Şîrîn Haykir, nerazîbûn nîşanî paşxistina berdanê da û got:"Saleke li girtîgeha Bûrdûrê tê ragirtin. Em nikarin biçin serdana wî ji ber ku ew gelekî dûr e. Em gelekî li ber xwe didin. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Dibêjin wê aştiyê pêk bînin, dibêjin mafê mirovan heye; kanê mafên mirovan, kanê aştî? Ev kes li gel ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Me got wê serbest were berdan û me amadekariyên xwe kirin. Ya hatiye kirin ti eleqeya xwe bi heqû hiqûqê re nîne."

Baweriya bi aştiyê tê şikandin 

Şîrîn Haykir da zanîn ku divê girtiyên siyasî di dema herî nêz de werin berdan û got:"Ev pêkanîn baweriya me ya bi aştiyê dişkîne. Em dixwazin aştî bi ser bikeve. Ev ne tenê bi hevserê min re eleqedar e; Em dixwazin her girtî azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe. Bang hate kirin, çek hatin danîn, lê ti gavan navêjin û girtiyan bernadin. Weke her kesî em jî dixwazin bi rengekî biratî bijîn. Eger aştiyê dixwazin divê gavan bavêjin û dawî li van pêkanînan bînin. Ez ji vir bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikim; divê vê pêkanînê qebûl nekin û dengê me bibihîzin."

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.