Neferekî xeta berxwedanê

Çarşem 21 Sibat 2024 - 00:29

HPG’ê nasnameya gerîlayê di kemîna hêzên rejîma Îranê de şehîd bû eşkere kir û got:“Hevrêyê me Dijwar bi îdeolojiya xwe, hevrêtiya xurt, baweriya xwe ya ji serketinê re û tecrubeya xwe ya di hunera şerê gerîla de, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:“Hevrêyê me Dijwar Elbak dema 26’ê Kanûna 2023’yan li herêma Kotolê di nava tevgerê de bû, ket kemîna hêzên Îranê û şehîd bû. Hevrêyê me Dijwar siyaseta qirkirin û qetlîamê ya ku dijmin li hemberî gelê me rewa dibîne, kir sedemê têkoşînê û her kêliya xwe bi mezinkirina têkoşînê derbas kir. Di vî warî de bû xwediyê jiyan û têkoşîneke bi berhem. Hevrêyê me Dijwar li gelek herêmên welatê me Kurdistanê têkoşîn meşand û di her xebata ku têde cih girtî bû neferekî xeta berxwedanê ya Apoyî. Di serî de malbata wî ya hêja ku mîlîtanekî hêja yê Apoyî yê mîna Dijwar Elbak mezin kir û diyarî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, em ji hemû gelê Elbak ê welatparêz û gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.

Hevrêyê me Dijwar li navçeya Elbak a Wanê di nava malbateke welatparêz û ji eşîra Xanoyî de hate dinê. Di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Dijwar ê ku di her qadê û xebatê de serkeftinê esas digire; bi tempoya xwe ya bilind, tevlîbûna xwe ya bi coş û kesayetiya xwe ya kedkar, karî erkên herî zehmet jî bi serkeftî pêk bîne. Ji ber vê taybetmendiyê jî hevrêyê me Dijwar hurmeta her hevrêyekî ku pê re jiya û xebat meşand bi dest xist û her tim bûye mîlîtanekî Apoyî yê lê tê gerîn. Weke hevrêyên wî em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya gelê xwe ku hevrêyê me Dijwar dewrî me kir, bi hişmendiya ku di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin, em ê bigihînin serkeftinê.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Dijwar Elbak bi vî rengî ye:

Dijwar Elbak (Ergîn Demîr), li Wanê jidayîk bûye, 26’ê Kanûna 2023’an li Kotolê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.