Neçûn betlanê çûn nobetê

Nûçeyên Dîaspora

În 18 Tebax 2023 - 05:45

  • Malbata Hacioglu ya 6 nefsî ya ji Zurîchê îsal li şûna betlaneyê bi zarokên xwe re çû bajarê Fransayê Strabourgê da ku Nobeta Azadî ji bo Ocalan bigire. 

ERDOGAN ZAMUR / STRASBOURG

Nobeta Azadiyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li bajarê Fransayê Strasbourgê dewam dike û vê hefteyê malbatekê nobet dewr girt. Malbata Hacioglu ya ji bajarê Swîsreyê Zurîchê tevde nobet dewr girt; yanî Cuneyd û Şehristan Hacioglu tevî 4 zarokên xwe vê hefteyê li Strasbourgê nobeta azadiyê digirin. 
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ev nobet 25´ê Hezîrana 2012´an ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û bidawîkirina tecrîdê dabû destpêkirin. Nobeta li Strasbourgê di hefteya 582´yan de dewam dike. Di salvegera 39´an a Pêngava 15´ê Tebaxê de malbata Hacioglu ya ji Zurîchê nobet dewr girt.

Malbata Hacioglu ji ber zilma dewleta Tirk ji navçeya Şirnexê Qilabanê penaberî Swîsreyê bûye. Malbat dibêje, li şûna biçin betlaneyê wan tercîh kiriye nobeta azadiyê bigirin. Cuneyt Hacioglu beriya niha jî du caran nobet girtiye li Strasbourgê: “Beriya bi 2 salan li ser navê meclîsa gel a Zurîchê bi hevalan re û par jî tevî nixuriyê xwe Tolhildan em tevlî çalakiya nobeta azadiyê bûn. Îsal jî me weke malbat çalakiya nobetê dewr girt.”

 

‘Ji bo serokatiyê divê em li meydanan bin’

Cuneyt Hacioglu bal bire ser tecrîda mutleq a li dijî Ocalan û got, “Ev bêhtirî du salan e em ti agahiyê ji Rêbertiyê nagirin. Tecrîdeke mezin heye li serê. Weke Kurdan hemûyan, weke malbat em jî bi fikar û endîşe ne. Ji bo em nerazîbûna xwe ji tecrîdê nîşan bidin, me biryar da weke malbat nobeta azadiyê bigirin. Pêşî min digot qey wê ji bo zarokan zehmet be, lê ez dibînim bi moral û motîvasyoneke mezin çalakiyê dewam dikin. Ma ne ev têkoşîn ji bo zarokên me yanî siberoja me ye! Her kes lazim e tevî zarokên xwe tevlî çalakiyên xwedîderketina li Rêbertiyê bibe.”

 

Ji ber rewşa Ocalan bi fikar in

Ji bilî Cuneyt Hacioglu, hevjîna wî Şehristan û zarokên wan Tolhildan (15 salî), Mordem (13 salî), Saîde (11 salî) û Nihan Besna (yek û nîv salî) her sibeh diçin cihê nobetê. ew carinan bi lîstikê jî dema xwe dibihurînin. Di nava zarokan de yê ji bo nobetê hêrî zêde çalak, Mordem e. Ew dibêje, “Ji rêbertiyê ev demeke dirêj e me xeber negirtiye. Em bi rewşa wî nizanin, em nizanin ka siheta wî baş e yan na, em meraq dikin ka ew çi dike. Ji ber wê em weke malbat hatin vir. Heger ji bo azadiya Rêbertiyê hinekî jî xêra me bûbe, ez ê gelekî bextewer bim.”

 

‘Xelk tê serdana me’

Mordem ji ber desteka xelkê jî razî ye û dibêje, “Îro malbateke Katalan hat serdana me. Li ser wan jî weke me Kurdan zext û zilm heye. Jina di nava malbatê de ji me re got, ‘Ez ji halê we baş fêm dikim. Pirr manedar e ku hûn xwedî li Rêbertiya xwe, têkoşîna xwe derdikevin.’ Hinek jî tên ji me dipirsin ka em ji bo çi hatine vir. em ji wan re behsa Rêbertiyê dikin.”

Saîdeya 11 salî jî li ser desteka xelkê dibêje, “Dayikek bi zarokên xwe re hate serdana me. Dayik bi alaya xwe hat û ji me re got, ‘Em Kurdan diparêzin’.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.