Îlana ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 11 Kanûn 2021 - 03:36

Di rojnameya Information a Danîmarkayê de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îlanek hate dayîn û nerazîbûn ji tecrîdê hate nîşandan. Îlan bi rasthatina 10’ê Kanûnê, Roja Mafên Mirovan a Dinyayê hate weşandin. Di îlanê de hate diyarkirin divê Abdullah Ocalan were berdan: “Îroj 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Dinyayê ye û ji bo azadiya Abdullah Ocalan firsendeke baş  e.

Qehremanê azadiya Kurdan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Îmraliyê di hepsê de ye. …

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve parêzer nikarin biçin hevdîtinê û Ocalan herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê xwe re axiviye. Ev binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina Standarda Normal a Neteweyên Yekbûyî ye.”

Di îlanê de navnîşana malpera Înisîyatîfa Azadî Ji Abdullan Ocalan re û lînkên pirtûkên Abdullah Ocalan jî hene.

KOPENHAGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.