Çalakiya Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re a li ber Konseya Ewrûpayê 1´ê Kanûnê dabû destpêkirin, 2 hefteyên xwe qedandin. Her roj Kurdên li Ewrûpayê bi komî çalakiyê dewr digirin. Halê hazir Kurdên ji Holanda û Belçikayê çalakî dewr girtiye. Komê dosyaya li ser tecrêdkirina Rêber Abdullah Ocalan da Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê Michael Neurauter.
Doh li ser navê koma çalakî dewr girtî, Hevserokê Navenda Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyan (NAV - BEL) Davut Keskîn daxuyanî da çapemeniyê. Davut Keskîn got, dewleta Tirk sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike, sîlehên kîmyewî bi kar tîne. Keskîn bêdengiya Ewrûpa û dinyayê ya beramberî van sûcan jî rûreş kir.
Davut Keskîn got, şerê li Kurdistanê û tecrîdkirina Ocalan di zik hev de dimeşin û “tecrîd çiqasî dişide, şer jî ewqasî berfireh dibe.”
Davut Keskîn got, Ewrûpa bi bêdengiya xwe dibe şirîkê sûcên delweta Tirk. keskîn bang li Kurdan kir da ku li dijî vê bêdengiyê û siyaseta Ewrûpa ya durû dakeve meydanan. Wî got, “Gelê Kurd wê bi têkoşînê Rêbertiya xwe azad bike, Kurdistana azad ava bike.”
Koma çalakiyê wekî din dosyayek li ser tecrîdkirina Ocalan da Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê Michael Neurauter. Micahael Neurauter ji komê re got, ew girîngiyê didin bi çalakiyên gelê Kurd û ew binpêkirina mafan ên li Îmralî û hepsên li Tirkiyeyê ji nêzîk ve dişopînin.
STRASBOURG