Nebin şirîkê komkujiyan
Duşem 14 Tebax 2023 - 00:05
- KCK: Em bêdengiya saziyên navneteweyî yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan bi tundî şermezar dikin. Bang li gelê Kurd û dostên wî dikin da ku li hemberî bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî helwêstê nîşan bidin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got, “Piştî ku AKP-MHP jinûve bû desthilatdar, dewleta Tirk a mêtinger qirker êrişên li ser gelê Kurd û hêzên azadiyê zêdetir kirin û di nava çend hefteyên dawî de hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê gelek mirovên me şehîd bûn. Em van êriş û komkujiyên dewleta Tirk a mêtinger û qirker bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Bexda û Hewlêr bêdeng in
Li hemberî van êriş û komkujiyên dewleta Tirk hin saziyên demokratîk û welatparêz nerazîbûnê nîşan didin, lê belê di serî de yên xwedî berpirsyarî, dewlet û saziyên navneteweyî li hemberî van êrişên dewleta Tirk bêdeng in. Ev helwêsta saziyên berpirsyar û dewletan nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi têgihiştina xwe ya dijminatiya li Kurdan qanûn û hiqûqê binpê dike û li her derê bênavber êriş dike û komkujiyan pêk tîne. Tenê vê hefteya dawî li Başûrê Kurdistanê di êrişên bi balafirên keşfê de gelek mirovên me hatin qetilkirin. Lê belê ne hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne jî dewleta Iraqê li hemberî vê yekê nerazîbûnê nîşan didin. Di serî de hikûmeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê divê li ber van êrişan rabin û pêşî li êrişan bigirin. Bêdengî û xemsarî tê wateya hevkariya bi komkujî û êrişên dewleta Tirk re. Ev rewş bi taybetî ji bo hikûmet û siyaseta Başûrê Kurdistanê derbas dibe. Yên ku li hemberî qetilkirin, kuştina Kurdan dengê xwe nakin, nerazîbûnê nîşan nadin, gelo çawa dikarin bibêjin, ew Kurd in û gelê Kurd temsîl dikin? Ev helwêst nayê qebûlkirin. Bi qasî hikûmeta Başûrê Kurdistanê rêxistin û partiyên Kurdan jî ji vê rewşê berpirsyar in û divê bikevin nava liv û tevgerê, helwêstê nîşan bidin.
Têkîliyên berjewendiyan hene
Dewlet û saziyên navneteweyî jî li hemberî van êrişên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnê nîşan nadin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker di serî de li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li her derê êriş dike, her roj Kurdan qetil dike, lê ev dewletên navbirî bi dewleta Tirk re bi rengekî bêperwa têkiliyên li ser berjewendiyên aborî û siyasî datînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li gelê Kurd ne ya qebûlkirinê ye. Em careke din bang li van dewletan û saziyên navneteweyî dikin ku dest ji vê helwêsta xwe berdin ku hebûn û nirxên gelê Kurd ji nedîtî ve tên, nebin şirîkê êriş û komkujiyên dewleta Tirk, li hemberî van kiryaran helwêstê nîşan bidin.
Helwêsteke xurt nîşan bidin
Dewleta Tirk a mêtinger û qirker bi zanebûn û ji bo berovajîkirina rastiyan welê nîşan dide, mîna ku ev êriş li dijî PKK'ê ne. Xayinên ku ji bo berjewendî û serwetê bi dewleta Tirk re tevdigerin, bi nêzîkatiyeke bi vî rengî hewl didin xiyaneta xwe veşêrin. Êrişên dawî yên li Başûrê Kurdistanê careke din raxist pêş çavan ku armanca dewleta Tirk tinekirina hebûna Kurdan e. Li hemberî vê yekê girîng e welatparêz, saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermendên Kurd helwêsteke xurt nîşan bidin, zexta siyasî li berpirsyaran bikin û wan neçar bihêlin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Gelê Kurd û dostên wan jî divê li her derê nerazîbûna xwe nîşan bidin, bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar bikin û nîşan bidin ku nêzîkatiyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin.”
BEHDÎNAN