Ne zembelîş in kolan in!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 11:12

  • Li ser zembelîşan, yanî li keviyên rûyên balgeh û lihêfan neqşên kulîlk û gulan li bîra gelekan ji me ne. Niha ew neqş bi pirranî nînin.

Li ser zembelîşan, yanî li keviyên rûyên balgeh û lihêfan neqşên kulîlk û gulan li bîra gelekan ji me ne. Niha ew neqş bi pirranî nînin. Kêm bûne axir. Lê hunermendeke Spanî, Raquel Rodrigo rêyek peyda kiriye ku wan nede jibîrkirin û bide xuyakirin. Ew ji bajarê Spanyayê Valensiyayê ye. Wê kolan û kuçeyên vî bajarî û gelek bajarên din ên Spanyayê bi van neqşên gul û kulîlkên rengîn xemilandine. Wê ev hunerê neqişandina li ser qumaş, veguherandiye hunerê kolanan. 

Ji bo van neqşan ew pêşî ji têlan mestereyekê çêdike. Piştre li dora têlên mestereyê bi tayên stûr dest bi hunandina neqşên xwe dike. Esas, ew mestereyê li cihekî din hazir dike û li wî cihî jî neqşa xwe çêdike. Piştre dibe cihê ku wê înstalasyona xwe lê bi cih bike. Û bi vî awayî ew cihê înstalasyionê bi carekê vediguherîne neqşên rengîn ên gul û kulîlkan. Ew wiha jî bajarên hişk û ziwa, ji bo çavên mirovan xweşkoktir dike.

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.