Ne tenê îro her roj

Duşem 22 Sibat 2021 - 01:55

  • KNK'ê û KON-MED'ê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û têkiliya di navbera ziman û azadiya civakan de destnîşan kirin û xwestin ne rojekê her roj weke roja ziman tevbigerin.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Konrgeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand.

KNK'ê destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne, eger Kurd zimanê xwe azad bikin, wê niştimana wan jî azad bibe û diyar kir ku azadiya welat girêdayî azadiya çand û ziman e, lewma divê ew bi vê hişmendiyê nêzî mijara ziman bibin.

KNK'ê diyar kir ku dewlemendiya herî bingehîn a neteweyan, ziman e û wiha dewam kir, "Jixwe ziman stûneke girîng ji stûnên netewebûnê ye. Her gel û netewe bixwaze neteweyeke çê ava bike pêwîst e ku bi hestiyarî û ciddî nêzî mijara ziman bibe."

KNK'ê anî ziman ku li gorî lêkolînên dawî, li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya axaftina bi Kurdî daketiye ji sedî 40-45'an û got, "Ev tê wê wateyê ku nîvê zimanê Kurdî miriye! An jî li ber mirinê ye! Çend sal berê UNESCOʼyê jî destnîşan kiribû ku zaravayê Kurmancî li hember xeteriyeke ciddî ye. Di heman demê de li Rojhilatê Kurdistanê jî zimanê Kurdî tevî zaraveyên xwe hemûyan di tehlûkeyê de ye. Helbet dewlet bi zanîn û plan li pişt vê diyardeyê ye. Ev rastî ji bo zimanên Asûrî – Suryanî – Ermenî li her çar parçeyên Kurdistanê jî dirust e.”

KNKʼê di dawiyê de bang li li tevaya sazî, dem û dezgehên Kurdistanê kir ku di her warê jiyanê de zimanê Kurdî teşwîq bikin û xwedî lê derkevin.

Pê bijîn û pêş ve bibin

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê qonaxa man û nemanê ya têkoşînê de ku em bi berdêl û berxwedaneke dîrokî gihîştinê, berpirsyariya me ya dîrokî ew e, divê ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, pê bijîn û bi pêş ve bibin. Her weha ji bo di deryaya çandên gerdûnî de cihê xwe bigire tevbigerin. Li ser vî bingehî careke din roja watedar a Roja zimanê dayîkê ya Cîhanê pîroz dikin. Her weha bang dikin ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda Kurdî pêk bînin û pêş bixin..."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li tevahî gelên Cîhanê û gelê Kurdistan pîroz dikin û bi taybetî Em li Dayîkên xwe yên Kurd, Mamoste, Nivîskar, Zimanzan û Zimanhêzên Zimanê Kurdî pîroz dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.