• Çar şivan bi balefiran hatin bombekirin. Ma zehmet e mirov navê wê lê ke? Navê wan şivanan heye: Hesen Muhsîn ê 20 salî û Elî Muhsînê 16 salî. Birîna Hesen Muhsîn giran e, dibe ku lingekî wî bê jêkirin.

REWŞAN DENIZ

 

Du welatî birîndar bûne. Nûçeyên ji Başûrê Kurdistanê wisa dibêjin. Li vir desthilata du hikûmetan, qet nebe li ser kaxezê heye. Em behsa du hikûmetan dikin ku li ser Şengalê qiyametê radikin. Da ku Şengalî xwe bi rê ve nebin, tişta nema nekirin. Hem hikûmeta PDK'ê û hem jî ya Bexdayê. Bi hev re peyman jî mohr kirin, di salvegera êrişên dagirkiriyê yên li dijî Serêkaniyê de. 
Du welatî birîndar bûne. Bi rastî jî wisa bûye, lewma dewleta dagirker a ku êrişî wan kir, dixwest wan bikuje, qesta wê ne birîndarkirin bû. Ji ber ku ew, mala xwedê ava, nehatin kuştin, birîndar bûn. Li Dihokê, li gundekî ser bi Zaxoyê. Li gundê Bihêrê yê ser bi nahiye Derkarê dewleta Tirk, xebero êriş biriye ser "PKK"ê. Kesên ku birîndar bûn e, şivan in. Şengaliyên li ber pezê xelkê ne. Herdu bira û du biryên wan ên din li ber qederê hezar serî pez, şivan in. Şivanê xelkê, şivanê Elî Mehmûd û apê wî.

Navê Hesen û Elî heye lê hikûmeteke wan nîne

Ragihandina ser bi hizbên başûr, bi israr dibêje di dema şerê dewleta Tirk û PKK'ê de ev herdu bira birîndar bûne. Lê gava êriş bûye her çar bira di xew de bûn. Ne dûrî hev, li cem hev. Ez li vir, pê danakevim ka çi nexweşiyeke ecêb e, mirov behsa êrişeke dagirkeriyê ya li dijî Kurdistanê bike, lê navê wê hilnede. Rewşê, bi peyvên mîna "Şerê dewleta Tirk û PKK'ê" şêlû bike. Min bela xwe ji vê vekir. Ez êdî li exlaqê rojnamevaniyê digerim. 

Çar şivanên li ber pez, di xew de ne û di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de birîndar bûne. Nêzî hev in, li cem hev in. Şerê çi halê çi! Li deverê eşkere ye ku şer nîne. Naxwe şivan çima di xew de bin. Temam hûn newêrin aliyê hikûmeta PDK'ê negirin, hûn newêrin navê dagirkeriya dewleta Tirk lê bikin, lê ma wicdanê we bi temamî nema! Ji bo xwedê, hesêb e ne li Kurdistanê bû. Çar şivan bi balefiran hatin bombekirin. Didu ji wan birîndar bûn. Ma zehmet e mirov navê wê lê ke? Navê wan şivanan jî heye: Hesen Muhsîn ê 20 salî û Elî Muhsînê 16 salî. Birîna Hesen Muhsîn giran e, dibe ku lingekî wî bê jêkirin.

Li hevpîşeyên xwe jî xwedî derneketibûn

Ma karê rojnamevaniyê di heman demê de ne ew e ku li wezîfeyên desthilatan bipirsin? Ka çima di yek nûçeyê de, şiroveyekê de rojnamevanek nabêje, çima ev şivan hatin birîndarkirin? Gelo hikûmet (hem Hewlêr û hem Bexda) wê hesabê vê ji dewleta Tirk nepirse? Ev rojnamevanî ye... Temam, me qebûl e, hûn û herdu hikûmet jî şer weke yê dewleta Tirk û PKK'ê dibînin. Lê ev her du şivan welatiyên Iraqê ne. Li ser erdên Başûr in û ji deverekê ne ku PDK'ê ji bo parvekirina desthilatê li ser wê, bi Bexdayê re peyman mohr kiriye. Gelo kesek ji we wê rojnamevaniyê neke? Şivan di şer de birîndar nebûne, hatine bombekirin û welê birîndar bûne. 

Jixwe gava his û kerrên ji pirraniya we nehat ji ber cezakirina rojmevan û çalakgerên Behdînanê, xuya bû hûnê çiqasî wêrek bin. Diyar e, yên wêrek girtin, newêrek jî navê rojnamevaniyê li xwe dikin. 

Du gotinên min dimînin yek ji desthilatê re û yek ji hevpîşeyên min ên li Başûr re:

Piştî ku we nekarî li heqê du şivanên xwe bipirsin, hûn hikûmet bin çi ye, hûn ne hikûmet bin çi ye!

Piştî ku hûn nikarin doza heqê du şivanan li hikûmetên xwe bikin, rastiyê xweşik bi nav bikin, hûn rojnamevan bin çi ye, hûn ne rojnamevan bin çi ye!