Ne muzîka Îranê ya Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Sibat 2021 - 01:06

Îran ji bo tûrîzmê û danasîna xwe muzîk, çand, xweza û diyanetên Kurdistanê gelek caran bi kar tîne. Paytexta “Ostanê Kordestanê” Sine pêrar ketibû lîsteya UNESCO´yê ya bajarên afirîner ên muzîkê. Hem Tehran û hem jî rêveberiya wê ya çand, huner û tûrîzmê ya li Sine û Ostanê Kordestanê, vê xisleta bajêr dixwazin bi kar bînin ji bo teşwîqkirina tûrîzma herêmî û danasîna Îranê. Berpirsê Mîrasa Çandî û Tûrîzmê li deverê Yaqûb Guyliyan pêr daxuyaniyek da û got, teşwîqkirina muzîkê di vê çarçoveyê de karê wan ê herî li pêş e. 

Li vir mesele dibe, ka Kurd wê bi helwêsteke çawa ji bo danasîna xwe û çanda xwe vê xisleta Sine û Kurdistanê bi kar bînin. Helbet “Ostanê Kordestan” ne Kurdistan e, tenê wilayeteke Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber wê jî lazim e Kurd gava behsa muzîkê bikin, li temamê Rojhilatê Kurdistanê binihêrin. 

Îran tenê li kar û pere difikire

Bi qasî ku em dizanin, muzîk ji serdema beriya Farsan li Rojhilatê Kurdistanê di nava şaristaniya Îlamê de xuya û li pêş bûye. Îlam jî weke kevintirîn şaristaniya dewletdar a Rojhilatê Kurdistanê tê nasîn. Ha li vê derê, di sedsalên beriya mîladê de amûrên muzîkê yên ne besît peyda dibin. Sermeselê li Madaktu ku paytexta Îlamê ye, du cûreyên harpê hatine bikaranîn. Li Kulê Farah jî (ji sedsala 10- sedsala 7´an beriya mîladê) koleksiyona herî berfireh a amûrên muzîkê yên Elamî hatine belgekirin. 

Îro jî di warê kemançejenî, defjenî, tembûrjenî de Rojhilatê Kurdistan navendek e. 

Rayedarê dewleta Îranê ha vê xisleta Kurdistanê dixwaze ji bo geşkirina tûrîzma Îranê bi kar bîne û pê re jî navê Kurdistanê bi navê muzîka Îranê tine yan jî nexuya bike. Ew peyvên “geşkirina tûrîzmê” û “muzîk kareke ku pere tîne” bi kar tîne.

Kurdistaniyên van deveran divê ji ber vê niyeta dewleta Îranê, nexasim nav û nîşana Kurdistanê hildin.

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.