Ne mirov in!

Şemî 11 Kanûn 2021 - 02:43

  • Dewleta Tirk êşkence li Garîbe Gezer kir, ew xist hucreya yek kesî, piştî şehadeta wê, otopsî bi sextekarî kir. Heman dewletê birayekî wê şehîd kir, birayekî wê felc kir û birayekî wê jî xist hepsê. 

Garîbe Gezer li Hepsa Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya hepsê xebera mirina Garîbe Gezerê ragihand malbatê û îdîa kir ku Garîbe Gezerê xwe kuştiye. Di otopsiya pêşî de sedema mirina Gezer nehatiye nivîsandin. Parêzer di dema otopsiyê de ne hazir bûn. Lê malbat piştrast e ku keça wan hatiye şehîdkirin. Êşkenceya berê li Garîbe Gezer hatiye kirin û girtina wê ya di hucreya yekkesî de jî îşaret bi vê yekê dikin.

Pêr bi şev rayedarên Hepsa Kandirayê malbata Gezer agahdar kir û îdîa kir ku keça wan Garîbe Gezerê xwe kuştiye. Cenaze bi beşdariya gelek jinan ji nexweşxaneyê doh sibehê hat girtin û cenaze şandin navçeya Mêrdînê Kerboranê. Dema nûçeya me dihat amadekirin, diviya bû cenazeyê wê bihata definkirin. 

Em ê hesab bipirsin

Baroya Wanê û Komeleya Jinê ya Starê, derbarê Garîbe Gezer de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya baroya Wanê daxuyaniyek da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a HDP'ê, Meclisa Jinan a Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, Meclisa Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Meclisa Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.  
Parêzer Jiyan Ozkaplan got, Gezer mexdûra êşkenceyê ye û wiha peyivî: "Her çiqas wê xwest biçe qawişên 3 kesî jî Rêveberiya Girtîgeha Kandirayê Gezer bi zorê kiriye hucreya yekkesî. Rêveberiya girtîgehê Gezerê nêvî tazî bi erdê ve ew kaş kir û kir odeya bisingir. Li Girtîgeha Kandirayê dest dirêjî Gezer hat kirin û şideta derûnî lê hat kirin. Garîbe êşkenceya sîstematîk û destdirêjiya li xwe bi nameyekê vegotibû. Dozgerê girtîgehê bêyî ku li benda parêzeran bisekine otopsiyê kiriye û bûye hevparê sûcê hatiye kirin. Heta ku heqîqet derkeve holê û cezayên giran li kujeran bê birrîn û edalet bi cih bê, em li vir in û em ê hesab bipirsin."

Bila berpirsyar bên eşkerekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Garîbe Gezer li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî da. Ji xeynî aktîvîstên TJA’yê, rêxistina HDP’a Mêrdînê, rêveberên DBP’ê, MEBYA-DER’ê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Xwepêşandêran pankarta ‘Em ne di şînê de ne, serî hildidin, Garîbe Gezer nemir e” hilda. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû xwest jin xwedî li têkoşîna Garîbe Gezer derkevin: “Polîtîkayên zextan ên dewletê Garîbe qetil kir.”

Piştre, Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Eylem Amak got, “Di demekê de ku rêgezên mirovî hatine rawestandin, Garîbe Gezer hat qetilkirin. Parêzerên ku xwestin berpirsyarên vê êşê tespît bikin, hem di pêvajoya otopsiyê hem jî di ketina girtîgehê de hatin astengkirin. Ji bo ku kesên berpirsyar hesab bidin, divê berpirsyarên li girtîgehê ji peywîrê bên girtin û derbarê wan de lêpirsîneke bi bandor bê birêvebirin.”

  Bi nifşan ev zilm dewam dike

Meltem Oktay li ser Garîbe ji rojnameya me re nivîsî û da zanîn ku birayê Garîbeyê, Bilal Gezer di serhildana ji bo Kobanê ya 6-7Cotmeha 2014´an de li Kerboranê hatiye şehîdkirin. Malbat dibêje, li ser banga rêxistina HUDA-Para Kerboranê bi sîlehên dewleta Tirk Bilal bi destê çeteyan hatiye şehîdkirin.

Di protestokirina şehîdkirina Bilal Gezer de qereqolê gule li xelkê reşandin û birayê Garîbeyê Mehmet Emîn Gezer felc kir. 

Piştre dewleta Tirk tevahiya nefsên malê kirin nezaretê û li dijî dê, bav, xwişk û bira û Garîbeyê bi xwe lêpirsîn kirin. Garîba hîna 21 salî bû. Di 2015 û 2016´an de êrişên li dijî xwerêveberiyan gava hatin kirin, ew ji warê xwe bû û gava 3´yê Adara 2016´an diçû serdana birayê xwe yê li Kutahyayê, hat girtin. Piştre xwişka wê Asya jî di çarçoveya lêpirsînekê de hat girtin û ew bi Garîbe re kirin heman hepsê. Ji ber ku li devera xwerêveberiyê mabû, muebed û 21 sal cezayê hepsê yê zêdetir lê hat birrîn. Paşê birayê wê Haşim Gezer sala 2017´an hat girtin û 22 sal ceza lê hatin birrîn.

Serî netewand 

Meltem Oktay dibêje, wê ti carî serê xwe li ber zilmê netewand: “Ji ber vê ew kirin odeya bi singer û êşkence lê kirin. Gardiyanên jin destavêtinê. Nîv tazî li korîdorên hepsê bi erdê re hat kaşkirin. Gava ku Garîbe bi rêya malbat û parêzerên xwe behsa tiştên anîn serê wê kir, wê got, bila tiştên hatin serê min werin bihîstin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.