Ne li Ewrûpa lê li Asya

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 18 Çile 2021 - 03:56

  • Li gorî hin zanyarên li ser mijarê lêkolana, dibe ku ev resm 60 hezar heta 70 hezar salî jî bin.

 

Yek ji kevintirîn resmên li ser dîwarên şikeftan, li Îndonezyayê ye. Ev resmê berazekî kovî ye ku li ser dîwarên şikefteke li Girava Sulawesî beriya bi herî kêm 45 hezar û 500 salan hatiye xêzkirin.  

Zanyaran 13´ê Çile eşkere kir ku ev yek nîşan dide ku rêûresma hunerê resmandina li ser dîwarên şikeftan ne li Ewrûpaya serdema Qeşayê derketiye holê. Bi vê yekê delîlên ku dibêjin ev huner beriya wê li Asya yan jî li Efrîkayê derketiye holê, zêdetir kirine. 

Ev resmandina li vê şikeftê bi pîgmentên sor, sorê tarî yan jî xemrî hatine çêkirin. Di lêkolîna li ser pîgmenta de derket holê ku ew herî kêm 45 hezar û 500 salî ye. Li gorî hin zanyarên li ser mijarê lêkolana, dibe ku ev resm 60 hezar heta 70 hezar salî jî bin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.