Ne li daran ne li mirovan tên rehmê

Yekşem 5 Kanûn 2021 - 23:33

  • Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker MÎT`ê û çeteyên wê di nava çend rojan de ji gelek gundên kantona Efrînê ya dagirkirî bi armanca şantajê ê fîdyestendinê 4 welatî revandin. 

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker MÎT`ê û çeteyên wê di nava çend rojan de ji gelek gundên kantona Efrînê ya dagirkirî bi armanca şantajê ê fîdyestendinê 4 welatî revandin. Yek ji van welatiyan jî jin e. Çeteyan wekî din li Ûera bi sedan darên zeytûnan jî desteser kirin.  

Çavkaniyeke ji Efrîna dagirkirî ragihand ku MÎT`ê welatiya bi navê Rohat Nûrî Îbo ya 22 salî ji gundê Kurzêlê yê  Şêrawayê, Mihemed Nûrî Qedemo yê 35 salî ji gundê Zerê yê Bilbilê revandiye.

Wekî din hat zanîn ku dagirkerên çete, yên bi navê “Polîsên Leşkerî” Hecar Mihemed Gulîn ê ji Bedîna yê navçeya Raco revand.

Çavkanî destnîşan kir aqêbeta kesên revandî ne diyar e.

Çavkaniyeke din a ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, Esed Mihemed Elî Heyder ê ji gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandiye.

Hat zanîn ku Heyder dema li kantona Efrînê vedigeriya hate revandin û aqêbeta wî jî nediyar e.

350 darên din desteser kirin

Çavkaniyeke din a ji Efrînê ragihand ku çeteyên Cebhe Şamiye bi pêşengiya çete Şêx Ebdulcebar 350 darên zeytûnê yên welatiyên bi navê Zûhêr Mihemed û Îsam Mihemed ên ji gundê Mareskê li navçeya Şera desteser kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, çeteyên Cebhe Şamiye bi alîkariya çeteyekî bi navê Osman Rehîlo, belgeyên milkiyeta erd û zevî ji bajarê Helebê bi awayên sextekariyê derxistine û erd li ser navê xwe qeyd kiriye.

Heman çavkanî diyar kir ku veguhestina milkan ji aliyê çeteyan ve di dema dawî de zêde bûye, çete yan mal û milkên Efrîniyan talan dikin yan jî wan neçar dikin ku bi erzanî bifroşin.

EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.