Ne hed e û ne hesab e

Duşem 10 Çile 2022 - 22:42

  • Parlamenterê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku heta niha jî dahata meha Kanuna 2021’ê negihiştiye xizneya hikûmetê.

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku heta niha jî dahata meha Kanuna 2021’ê negihiştiye xizneya hikûmetê. Parlamenter dibêje; “Hêzên siyasî li hemberî vê bêdeng in.”

Elî Heme Salih li ser malpera xwe ya facebookê, derbarê dahata Kanuna 2021’ê ya Herêma Kurdistanê de agahî belav kir.

Li gorî Elî Heme Salih, dahata Kanuna 2021’ê diviya 351 milyar dînar be, lê hîna jî negihiştiye xizneya hikûmetê. Elî Heme Salih got, li hemberî vê yekê jî hêzên siyasî hemû bêdeng in.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.