Dewleta Tirk a qirker û înkarker ku ji dahênerî û berhemedariyê fêhm nake, pîlan kiriye 39 zindanên nû ava bike. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû li ser vê mijarê got, pêdivî ne bi zindanan, bi fabrîke û pêşketinê heye. Desthilatdarî ji bo bêdengkirina muhalîfan girtîgehan çêdike.
Gergerlîoglû diyar kir ku îqtîdar dixwaze civak serê xwe li berê bi tewîne û xelk bibe evdê wê û got: “Heta ku li welat edalet neyê cih wê refaha ekonomîk, biratî, aştî û demokrasî jî nebe, wê kar û barê wan çêkirina hepsên nû be. Her roja ku diçe hejmara hepsan zêde dibe. Îqtîdar ji bo ku muhalîfan bêdeng bike, darazê wek şivikê li ser serê muhalîfan dixe dewrê. Lazim e li şûna girtîgehan fabrîke werin çêkirin. Bi milyonan însan bêkar in. Pêwîste ‘Qanûna Têkoşîna Dij Terorê’ jî were guhertin. Bi sedan girtiyên nexweş hene û tevî raporên wan hene jî nayên berdan. Bi pêvajoya vîrûsa koronayê re li girtîgehan tecrîda girankirî dest pê kiriye. Li girtîgehan her roj binpêkirinek mafan a nû û rêbazek êşkenceyê dikeve dewrê lê Wezareta Dadê ji vê ditirse ku eşkere bike.”
MA/ENQERE