PERVÎN YERLÎKAYA
STUTTGART

Doza 5 siyasetvanên ku li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê li Hepsa Stammheimê tên mehkemekirin, dewam kir. Li pêşiya mehkemê çalakiya piştgiriya bi girtiyan re hebû. Parêzer Martin Heiming got, "Ev ne doz e, lîstikeke şanoyê ye."
Rûniştina 60ʼan a doza li dijî Veysel S., Agit K., Özkan T. yê girtî û Cihan A. û Evrim A. yên negirtî, li hola hepsê bi rê ve çû. Ji ber ku ji doza Mustafa Çelîk ê li Hamburgê dihat dadgehkirin, hin beşên elaqedarî Veysel S. hatin xwendin, parêzeran nerazîbûn nîşan da. Parêzeran got, "Radibin, hin beşan ji dosyaya kesekî cezalêhatîbirrîn dixwînin, maneya vê biryar li ser van kesan jî dane" û li ber xwendina van beşan rabûn. Doz hat taloqkirinî 24-25´ê Îlonê.

Dozên ji 129a/b'yê divê betal bibin

Piştî rûniştinê, FCK, NCDK û AGÎFʼê çalakiyeke piştgiriyê bi girtiyên li Hepsa Stammheimê re organîze kir. Pankartên li ser wan nivîsandî "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Ji girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê re azadî” hatin hilgirtin û bi sloganan doza azadiyê ji girtiyên siyasî hemûyan re hat xwestin.
Nûnerê Rote Hilfeyê di axaftina xwe de got, bi xalên qanûna ceza ya Elman ên 129a/b fikra siyasî tê krîmînalîzekirin. Platforma Dengê Girtiyan jî got, "Çi Stuttgart, çi Hamburg, çi Celle û çi Berlîn li dijî Kurdan dozên skandal vedibin, hîna nû li Munchenê doza li dijî TKP/ ML bi dawî bû, doza li dijî DHKP-C heye; ev doz hemû fikra Elmanyayê ya di warê firotina sîlehan û têkiliyên aborî bi Tirkiyeyê re îfade dikin. Elmanya bi vî rengî destekê dide dîktatoriyeke faşîst. Divê tevahiya dozên ji ber vê xala qanûnê hatine vekirin, bên betalkirin. Tevahiya girtiyên siyasî divê bên berdan."

Ma Newroz sûc e!

Ji parêzerên aliyê parastinê Martin Heiming li ser dozê daxuyaniyek da. Heiming got, "Di rûniştinê de bi qeydiyeke deng a 12 deqîqeyî ya ji dadgeha Celle hatiye, hewl didin îsbat bikin ku Veysel S. berpirsê herêmê ye. bi xalên 129a/b hewl didin mirovan çavtirsandî bikin. Daxwaza herî rast betalkirina van xalan e.
Ka li gorî dewleta Elman teror û terorîst çi ne? Em ji vê dozê nimûne nîşan bidin; mirov beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin û ji bo vê otobusê organîze bikin. Mirov hewl bide ku bêhtir zilm li miletê Kurd nebe, li gorî vê dewletê çalakiyeke terorê ye. Ev doza li vir a 129bʼyê ta lîstikekek tiyatroyê ye."