Ne berdidin ne derman dikin
În 19 Gulan 2023 - 15:24
SEMA ÇAGLAK / JINNEWS / ŞIRNEX
Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan her ku diçe xerabtir dibe. Yek ji van girtiyên nexweş jî Tenzîle Acar e. Tenzîle li Şirnex û bajarên din di nava xebatên partiyên siyasî de cih girt û sala 2017'an çû Stenbolê. Tenzîle li Stenbolê hat girtin û ev 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.
Tenzîle ya ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, bi nexweşiya zerika kronîk û bi nexweşiya jana zirav ketiye. Tenzîle, ji ber muayeneya kelepçekirî di dema sewqkirina nexweşxaneyê de naxwaze biçe nexweşxaneyê, nikare bê dermankirin û her ku diçe rewşa wê giran dibe.
Zilm û neheqî qebûl nekir
Dayika Tenzîle, Resmiye behsa keça xwe kir ya "zîrek û dilgerm" kir û got, “Keça min ji piçûkatiya xwe ve zîrek û têkiliya wê bi civakê re xurt bû. Ti wextî zilm û neheqî qebûl nedikir û niha jî qebûl nake. Bi taybetî jî di mijara jin û dayikan de hestiyariya wê heye. Ji bo bipêşxistina jinan gelek ked dida.”
Dermanên wê nadin
Resmiye da zanîn ku dermanên keça wê li gorî nexweşiyên wê nayên dayîn û got, “Keça min demekê dirêj e nexweş e. Lê ne dermanê wê didin ne jî wê derman dikin. Dermanê ku didinê jî lê nayên. Li gorî serê xwe dermanan didinê. Bi kelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Keça min jî wê muameleyê qebûl nake. Her wiha qawişên wan gelek caran tên guhertin û her carê wan dikin qawişên qirêj. Gelek caran bi ser qawişên wan de hatiye girtin û dest danîne ser pirtûk û eşyayên wan.”
Ez dixwazim bên berdan
Resmiye anî ziman ku demeke dirêj e, ew nikare biçe hevdîtinê û got, ”Min ji zû ve ew neditiye. Zarokên min hene û ez nikarin wan tenê jî bihêlim. Her wiha rê gelek dûr e, lewra ji bo hevdîtina vekirî derfetên min zêde nînin. Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş werin berdan. Ne derman dikin ne jî tehliye dikin. Qanûna wan nîne. Ji girtîgehan cenaze tên derxistin. Em naxwazin wisa bibe. Dil û kezeba dayikan dişewite. Divê aştiyek çêbe û girtiyên me werin berdan. Daxwaza dayikan tenê aştî ye.”