Siyasetvan Osman Banîmaran li ser binpêkirina sînorên Iraqê û Başûrê Kurdistanê got, heger desthilatek nikare serweriya xwe, welatiyên xwe biparêze, nebe çêtir e. Bi vî rengî wê bang li rayedaran kir yan bi erkên xwe rabin yan jî ne hikûmet bin.
Siyasetva Osman Banîmara li ser binpêkirinên sînor û serweriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê nexasim bi destê dewleta Tirk kir û got, heger nikarin biparêzin bila nebin çêtir e.
Endamê berê yê Rêveberiya YNK’ê, Osman Banîmaran derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de peyivî û got, heger desthilatdariyek nikaribe sînorên xwe ji dagirkeriyê biparêze, ew desthilatdarî nebe baştir e. Osman li ser gefên li dijî Şengalê jî got, hêzên ku berê li Şengalê bûn Êzîdî neparastin, ji bo vê êdî bawerî bi wan nemaye.
Endamê berê yê Rêveberiya Yekîtiy Nîştimanî Kurdistan (YNK) Osman Banîmaran derbarê êriş, dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û gefên dewleta Tirk li dijî Şengalê ji rojnamevanê Rojnewsê Hejar Reşîd re axivî.
Osman Banîmaran destpêkê bal bire ser baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê. Osman li ser mijarê ji Hejar Reşîd got, her welatê nikaribe bergiriya xaka xwe bike, dev ji hikûmetê berde jê re baştir e, ji ber êdî hikûmraniya wê, yanî serweriya wê nîne.
Heger xelkê naparêzin bila nebin
Osman Banîmara binpêkirina sînorên Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk, ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê weke cihê şermezariyê bi nav kir. Rêveberê berê yê YNK’ê destnîşan kir ku heger hêzên biyanî, baregehên leşkerî di nava xakekê de ava bikin, ti serweriya wî welatî nemaye û serweriya wî hatiye binpêkirin.
Osman Banîmaran li ser mijarê axaftina xwe wiha dewam kir: “Car hebû li ser derbasbûna lawirekî ya ji sînor, li hin welatan şer derdiket. Lê Tirkiye bi dehan welatiyên Kurdistanê û Iraqê bi topbaran û bombebaranê şehîd kirine. Kes behs nake. Heger desthilatek ji bo parastina xelkê be û nikaribe xelkê biparêze, ji bo çi dibin rêveber û desthilatdar?”
Baweriya Êzîdiyan bi PDK'ê û Bexdayê nemaye
Rêveberê berê yê YNK’ê Osman Banîmaran di dewamê de bal bire ser gefên dewleta Tirk yên li dijî Şengalê jî: “Karesatên mezin bi serê Êzîdiyan hatine û xedreke mezin li wan hatiye kirin. Desthilatdariya berê li wir nekarî Êzîdiyan biparêze, ji bo vê, niha baweriya Êzîdiyan bi wê hêza ku berê li wir bû, nemaye. Tirkiye û Îran şerê Şengalê dikin, Tirkiye bi rêya dostê xwe û Îran jî bi rêya Şîeyan şer dike.” Dostê Tirkiyeyê ku Osman Banîmaran li vir navê wî nehildaye jî PDK û malbata Barzanî ye.
HEWLÊR