NÇM li benda şagirtan e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:21

  • NÇM tevî zext û êrişên li ser xwe hemûyan jî xebatên xwe bênavber didomîne. 

NÇM tevî zext û êrişên li ser xwe hemûyan jî xebatên xwe bênavber didomîne. NÇM piştî heyama şewba koronayê ji 3’yê Îlonê ve dersên wek tembûr, gîtar, santur, keman, flût, klarnet, zirne, mey, piyano, şando, wêne û peykeran dide. Gelek şagirt beşdarî van kursan dibin, û qeydên ji bo van kursan hîna jî dewam dikin. 

Ji perwerdekarê NÇM’ê Ferît Elalmiş derbarê xebatên saziyê de got, şewba Covid-19’ê kiriye ku beşdariya li kursên gelekî kêm bibe. Elalmiş da zanîn ku di her beşê de dersa sê çar xwendekaran didin û çawa pandemiyê bandor li ser her kesî kiriye, li ser NÇM’ê jî kiriye û tevî vê yekê jî ew dersên xwe didomînin û ew dersan bi şeklê kargehan jî didin. 
 
Em bi hev re huner biafirînin 

Elalmiş got, armanca damezrandina NÇM’ê ew bû ku çand û hunerê Kurdî bi pêş ve bibe û heta îro gelek hunermend û komên muzîkê li NÇM’ê gihiştine. Elalmiş bal bire ser armanca kursan û got, “Em bi van dersan ji bo şagirtan di warê hunerê de dibin alîkar. Hevalên ku kursên xwe diqedînin dikarin di bin banê NÇM’ê de xebatên xwe bidomînin. Em li benda şagirt, ciwanan û gelê xwe ne, werin beşdarî dersan bibin û em bi hev re hunerê xwe biafirînin.” 
 

Helwêsta li hember bişaftinê ye

Ji şagirtên NÇM’ê Recep Ozkaya diçe dersa erbanê. Ew dibêje, nêzî salekê ye diçe dersê, û huner û muzîka Kurdî ji bo wî gelekî watedar in. Ew dibêje, ji ber ku li ser gelê Kurd polîtîkaya asîmîlasyonê heye wî xwestiye di warê huner de xwe bi pêş bixe. Ozkaya, anî ziman ku ew ji kursa xwe razî ye û bang li ciwanên Kurd kir da ku ew jî werin beşdarî dersan bibin û li ber polîtîkyên asîmîlasyonê rabin û hunerê Kurdî bi pêş bixin. 

Lezgîn Duruk jî diçe dersa erbanê. Ew zû hînî lêxistina erbaneyê bûye. Duruk dibêje, dema dengê erbaneyê tê wî, weke ku hemû dengên Mezopotamyayê tên wî û ew gelekî ji vî dengî hez dike û ev deng gelekî wî şanaz dike. Duruk got, dema ew kursa xwe biqedîne jî dixwaze dersa erbaneyê bide zarokan û dixwaze ew zarokan bi çanda wan bi pêş bixe.  

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.