‘NÇM bi hilberandinê tim geş e’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Adar 2022 - 22:03

  • Serokê Komeleyê Celal Ekîn derbarê tevkariya li Newrozê ya ku bi avabûna NÇM’ê re hate kirin, axivî.

Ji bo ku Newroz bi coş derbas bibe, yek ji cihên ku hewldaneke mezin dihate kirin û xebatên mezin lê dihatin kirin jî Komeleya Çand û Huner a Dîcle Firatê bû. Komeleyê pêşengtî ji hemû xebatên muzîkal ên Newrozê re dikir. Serokê Komeleyê Celal Ekîn derbarê tevkariya li Newrozê ya ku bi avabûna NÇM’ê re hate kirin, axivî.

Ekîn got, NÇM sala 1991’ê hatiye avakirin û bi geşbûna têkoşîna azadiya Kurdan re jî hin pêdivî derketine holê û hunermend û rewşenbîrên ku ev pêdivî dîtin, ji bo avakirina navendeke çand û hunerê dest bi nîqaşan kiriye.

Ekîn got “NÇM saziyeke wisa ya çand û huner e, bi jiyan û hilberandinê re xwe geş kir.”

‘NÇM hay ji dîroka xwe heye’

Ekîn got, di salên 1992 û 1993’an de li Amedê çalakiyên Newrozê yên ku bi milyonan kes lê kom dibin, tinebûn, li herêmê li gelek deran xwepêşandan dihatin kirin û got, “NÇM navendeke wisa ya çand û hunerê ye ku hay ji dîrokê heye. Hay ji vê pêvajoyê hebû, ji nêz ve dişopand û têkiliya xwe bi rabihuriyê re datanî. Wê her dem xwe ji Newrozan re amade dikir, bi stranên xwe coşa girseyê zêde dikir û ev tişt bi gelê xwe re parve dikir. Komên wekî Koma Azad, Koma Çiya û Koma Amed gelek komên muzîkê xwe di nav NÇM’ê de bi ruhê Newrozê ava kirine.”

Ekîn wih dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Amedê ji 20 salan zêdetir e, li meydanan Newrozê pîroz dike. Ev ji sînorên Amedê bihurî û ji bo tevlîbûna Newrozê ji derveyî welat jî sefer tên lidarxistin. Herî zêde 15 yan jî 20 hezar kes tevlî çalakiyên berê dibûn, niha jî em qala Newroza bi sed hezaran dikin. Hêviya me ev e ku her kes li gorî ruhê Newrozê û li gorî ruhê nirxên di dîroka vî gelî de, pratîkeke xebatê bike û bikeve nav pêvajoya hilberandinê.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.