Naxwe destûra xwe betal bikin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 23 Kanûn 2020 - 03:12

  • Îdîanameya sosret dike ku mirov bibêje, "naxwe bila Elmanya destûra xwe ya bingehîn betal bike."   

Beriya çend rojekî, dewleta Elman çalakgerê Kurd Mustafa T. girt.  

Fermana girtina wî Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Munchenê, li ser muracaeta dozgeriya giştî ya 16´ê Kanûnê da. Di îdîanameyê de mafên destûrî yên Mustafa T. û erkên wî yên insanî weke sûc hatine dîtin. Îdîanameya sosret dike ku mirov bibêje, "naxwe bila Elmanya destûra xwe ya bingehîn betal bike."   

Dozgerî îdîa dike ku ev penaberê Kurd ê 47 salî bi navê rêxistinê "Mela" endamê rêxistineke "terorîst" a li derveyî Elmanyayê ye. Dozgerî wekî din dixe stûyê wî ku ji tîrmeha 2019´an heta bi Gulana 2020´yan ji bo devera Ulmê û ji Tîrmeha 2020´an ve jî ji bo herêma Munchen û Başûrê Bayernê berpirsiyar be. 
Sûcên dozgerî dixe stûyê Mustefa T. jî hemû mafên destûrî ne. Yanî dewleta Elman mafên destûrî jî weke sûc dixe stûyê Kurdan. Mesela li darxistina xwepêşandanan, kampanyayên alîkariyê û organîzekirin çûna çalakiyan, hemû jî ji mafên destûrî ne li Elmanyayê. Axir bi îdîaya ku wî rapor dane berpirsên herêmê yên li ser xwe re, ew hatiye girtin.

Dozgerî îdîayên xwe disipêre agahiyên ji guhdarîkirina telefonan û çavdêriya ragihandina elektronîk ên polêsê krîmînal ê eyaletên (LKA) Bayern û Baden-Wurttembergê. 

Alîkariya insanî jî kirin sûc

Di nava sûcdariyên dozgeriyê wezîfeyên insanî yên Mustafa T. jî cihê xwe digirin: Wî Nîsana bihurî sersaxî ji çalakgerekî re xwestiye; ji ber qezayekê xêr û şîfa xêrê ji malbateke Kurd re niyaz kiriye. 

Telefoneke li ser milkekî jî di heman îdîanameyê de di nav sûcan de cih digire. Banga wî ya ji bo bexşê ji bo Heyva Sor a Kurdistanê ya li "457 kesan" jî bûye sûc. 
Weke sedema fermana girtinê jî, dozgeriyê îdîa kiriye ku Mustafa T. yê ku ji ber zilma dewleta Tirk penaber bûye, dikare ji ber dadgehkirinê xwe bide alî û vegere Mûş a ku li ji dayik bûye. 

Ev îdîaname heger ne bûya sedema girtina mirovekî, ew qasî sosret e ku mirov pê bikene. Bangeke ji bo alîkariya insanî jî ji sûcan hatiye hesibandin û ji wan erkên insanbûnê yên sereke ên niyazkirina xêr û şîfayê, xwestina sersaxiyê jî weke sûc tê de cihê xwe girtine.

Halê hazir ji bilî Mustafa T. 11 çalakgerên din ên Kurd ji ber sedemên siyasî yan di nezaretê de ne yan girtî ne û yan jî mehkûm in.

MUNCHEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.