Navenda Jiyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Sibat 2021 - 01:28

Navenda Jiyan a COVID-19 dest bi pêşwaziya nexweşên bi vîrusa Koronayê ketine, kir. Di çarçoveya tedbîrên ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li gelek herêman navendên tundiristiyê hatin vekirin û gelek tedbîrên xweparastinê ji bo vîrusa Koronayê girtin.
Bi armanca xweparastina ji vîrusa Koronayê desteyê di 20`ê Kanûna 2020`an de bi navê Navenda Jiyan a COVID-19 li  bajarê Qamişlo navendek vekir û dest bi pêşwaziya nexweşan kir. Navend bi mezinbûn û bi guncawabûna şert û mercên dermankirina vîrusê tê naskirin, gelek alavên tenduristiyê lê hene û li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintirîn navend e, ji wê zêdetir navend têra 100 nexweşan dike, lê di halê hazir de 74 text lê hene.
Ji dema vekirina navendê ya 20`ê meha Kanûna derbasbûyî bê pere nexweşan derman dike.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.