• Li Holandayê, şemiya bihurî li berdikanan û berberan xelk kete dorê. 

Li Holandayê, şemiya bihurî li berdikanan û berberan xelk kete dorê. Sedem jî ew bû ku hikûmetê ji nû ve biryara qedexeyên ji ber Covîd-19´ê girtin ji bo ku karibe rê li ber belavbûna varyanta omicron a vîrusê bigire. Ev tevdîr û qedexe wê heta 14´ê Çileyê 2022´yan dewam bikin. 

Ji doh saet 5´an ve qedexe lê ne. Hema hema tevahiya dikanan, avahiyên çand û sporê, dibistan û berber wê girtî bin. Tenê dikanên xwarinê difiroşin, dermanxane û xizmeta sereke ya heyatî wê vekirî bin. 

Serokwezîr Mark Rutte ev qedexe û tevdîr şemiya bihurê êvarê eşkerekirin û kir ku xelk li ber dikanan bikeve dorê.

Varyana omicronê li Ingilîstanê jî bi lez belav dibe û welat weke cihê belavbûna vê varyantê hat sinifandin. Herî dawî di nava 7 rojan de li welêt ji 100 hezar kesî 617 kes bi vîrusa koronayê ketin. 

AMSTERDAM/LONDON